Civak

Li Amedê piştî 97 sala dêra Ermeniyan vebû

Dêra Ermeniyan Surp Giragos, doh li Amedê bi merasîmekê hate vekirin. Surp Giragos 97 sal bûn ku hatibû girtin. Xebatên restorasyona dêra Ermeniyan Surp Giragosê, di sala 2010 an de destpê kiribû û nêzika 3 sala ji nû ve restorekirinê hate vekirin.

Xebatên restorasyona Dêra Surp Giragos, ji aliyê Weqfa Ermeniyan a Biçûk a Dêra Surp Giragos ve, di sala 2010 an de destpêkiribûn û Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê jî piştgiriya xebatên restorasyona dêrê kiribû. Şaredariya Başarê Mezin yê Amedê mîlyonek lire alîkariya madî ji Dêra Surp Giragos re kiribû.

Bi temambûna xebatên restorasyona dêrê, piştî 97 sala, zengila Dêra Ermeniyan Surp Giragosê lêket. Zengila dêrê, li gorî a berê li Moskowayê hate çêkirin. Zengil ji Moskovayê anîne Amedê û li dêrê bicîh kirin. Di sala 1915 an de, zengila ku giraniya xwe 100 kîlo ye, bi hinceta, “birca zengilê a dêrê ji mînareyên mizgeftên Amedê bilindtir e” bi topan hatibû hilweşandin.

Ermeniyên ku li Amerîka, Kanada û Ermenistanê dijîn, beşdarî merasîma vebûna dêra Surp Giragos bûn. Ayîna vebûn a dêra Surp Giragos, ji aliyê cîgirê patrîkê Ermeniyan yên Tirkiyê Aram Ateşyan ve hate kirin.

Dêra Surp Giragos, di sala 1376 an de hatiye avakirin û heta tehcîra Ermeniya a sala 1915 an dêre vekirîbû.      

Back to top button