Cîhan

Li Suriyê bombe teqiya: 50 leşker mirin

Li Suriyê şîdet dewam dike. Mixalifên Suriyê yên li dijî rejîma Beşşar Esed şer dikin, roja ku li Qatarê civîyan ku ji xwe re stratejiyeke nû ava bikin, li Suriyê têqîn pêk hat. Wesaîteke tişe bombe hatiye teqandin û 50 leşkera jiyana xwe ji dest dane.

Dîrektorê Çavdêrxaneya Mafê Mirovan yê Suriyê Ramî Abdulrahman, diyar kiriye ku, li bajarê Suriyê li Hamayê, şervanekî ji eniya El Nusra êrîşeke xwe kuştinî, li derveyî Hamayê pêk haniye û herî kêm 50 kesa jiyana xwe ji dest dane.  Bombe di wesaîtekê de hatine bicîjhkirin û dûra hatiye teqandin.

Di encama êrîşa bombeyî de tê îdiakirin ku, herî kêm 50 leşkerên rejîma Esed jiyana xwe wenda kirine.  Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, ku nûçeya xwe dispêre mixalifan, li Hamayê fedaîyekî mixalifan êrîşa bombeyî a xwekuştinê pek haniye. Êrîş, ji aliyê eniya El Nusra ku bi nêzika rêxistina El Qaîde tê naskirin, hatiye lidarxistin. 

Back to top button