CîhanRojev

Xwepêşandana Bexdayê nîşan da ku Hoşyar Zêbarî misoger serkomarê Iraqê ye

Siyasetmedarekî Iraqî dibêje, madem li dijî kandîdê PDKê yê serkomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî xwepêşandan hat kirin wê çaxê ew misoger serkomar e.

Duhî li Bexdayê çend kes li dijî kandîdê PDKê yê serkomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî xwepêşandan kirin.

Li ser vê mijarê, siyasetmedarê Iraqî Mîsal Alûsî ji BasNewsê re got, ew xwepêşandana biçûk ya Bexdayê ku duhî hat kirin, serkeftina Hoşyar Zêbarî misoger kir.

Mîsal Alûsî her wiha got, ew hejmara kêm ya xelkê ku li dijî Hoşyar Zêbarî kom bibûn, tê wê wateyê ku piranî piştevaniya wî dikin, tenê ew kesên han li dijî wî ne. Ji aliyekî din, hevrikên Zêbarî di bin fişarek mezin de ne û dixwazin bi karên wiha biçûk xwe ji bin wê fişarê xilas bikin. Lê her kesi dizane ku ew koma biçûk nûnertiya xelkê Iraqê nake.

Wî siyasetmedarê Iraqî bi zimanekî polîtîk amaje bi wê yekê kir ku îhtimal heye YNK û hevbalên wê yên şîe di nav Îtara Tensîq de li pişt wê xwepêşandanê bin û got, ez hêvîdar in YNK û Îtara Tensîq li pişt wê nebin. Lê ya rast, eger wan karîba dê xwepêşandan kiriban lê nikarin.

Beriya niha parlementera berê ya Iraqê Neda Mêrgesorî ji BasNewsê re gotibû, YNK bi zora dirav ew kesên han aniye derve û xwepêşandanê bi wan dide kirin.

Back to top button