Dosya

Qetilîyama Dewleta Tirk bê cezamayin – 6

   Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Selim Tekin hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.   

          
                                                                     

S.A : Wun karin bahsa xwe, zarukên xwe Kutbettin / Mehmet / Sabahattin  û biraziye xwê M. Şirin bikin. Wê çaxê, we çi kâri dikir, wun çima hatin girtin û her sê kurê we û biraziyêwe çawa hatin qetilkirin ?

Selim Tekin :
Selim Tekin, bavê Kutbetin / Mehmet / Sabahattin û apê M. Şirin Tekin.

Ewê çaxê mala me, li gunde Tepecikê dima. Kârême çandiniya zâda bu. Wek genim, cêh û nisk me tov dikir.

Rojekî, ber destê sibêhî, 20 mehê nisanê û di sala 1993 bi gurminên mezin û bi pihînan li deriyê me hate xistin.

Em gişt jinav ciyan, bivê gurmina bi şidet bi xof buyî şiyarbûbûn û me wexta çu deri vekir, dinya xwedê leşker, timên sivil û cerdêwan jî buwanra avêtibun serme û hawirdorên mala me pêçabun.

Li her derê mala me, quncik, bi quncik gêrriyan. Em 18 kes girtin û birin karakole 12 roj di bin lêdanêda dêrbaskirin; Roja 13 da, 15 kes jime hatin berdan.

Min û herdu kurêmin bernedan. Kurêmin ên piçuk Mehemet 16 Sali bu, edin Kutbettin, ewjî 22 salibu, hê nû eskeriya xwe qedandibu û hatibû malê.

Me 23 rojêdin lêdan kirin. Ji mere digotin, îlahim wunê jî bi mêra bibin milis û cerdewan, mêji digot  em cotkarin, ji cerdewani û ji karê milisî em ti tiştekî fâhm nakin.
23 roj bi şûnde min û kurêmini piçuk Mehemet ku 16 salibu şandin girtigêha Bismil û kurêminî din Kutbettin jî şandin vilayêta Diyarbekir û li wir cardin, wî xistin bin lêdane û wî li wir di bin işkencêda kuştin û gotin ewî xwe, bixwe, kuştiye, gazimekirin û gotin werin cenazê kurê xwe bibin malê.

Kurêmin Mehmet jî, demek kin bi şûnde, wijî qetilkirin, ji alîyen gurubekî bi navên kontrhuzbullayi, li devê deriye çayxana mekteba bilind, unîwersteye êrîşkirine û wî kuştin.
Le paşi derket hole ku ew gurubên kujer di bin emrên û bi teşvikirina Fermandarên JITTEME li Wanê hatiye kirin, kû nave wî fermandari jêra digotin Veli Küçük…
Wexta mirina Veli Küçük, di mala wîda, di deftera wîyada, ku hatiye ditin, di nav navên kuştiyada, navê Mehmet Tekin jî nivsandîbu û wî çawa bê kuştine raporkiribu; Di rojname Tirkiyêda jî hate nivisandin, vega ew deftera Veli Küçük di deste dadgeha dewletêda dayê.

Sala 1999 Torinêmin, M. Ali jî, ji ber şideta leşker û polisên dewlete ser me ewî bazda ber bi çiya, hê dinîve rêda, destevala wî girtin, kuştin û jimere gotin werin cesedê xwe bibin.
Kurêmine din, Sabahattin jî, li uniwersitaye sala wîya dawî bu, bes du dersên wî ma-bun, Em nizanin çima dev ji mekteba xwe berda û derket serê çiya. Sala 1996 di şerda birindar bu, hate girtin, xistin girtigehê û ji sala 1996 wirde di girtigehêdaye û ew 36 sal cêza dane.
Em ên mayî jî ji aliyê cerdewanên gundiyênmeyî ku jime hesnedikirin û bi dewletêra kâr dikirin, ewjî rojane xedrê lime dikirin ewên ku ji gundên Tepecikê bun, bi kurdi navê gundeme, bi esli, jêra dibejin, Girike Heci Faris.

Rêberen cerdevanan Muxtarê gund, Şemsettin Güneş bu, Le birayê Mûxtar bixwe, Orhan Güneş û kurê apê wî Halit Güneş, jibo ku ew, xwe ji bizorkirina cerdewani xilas bikin, revîyan çun serên çiya.

S. A : Gelo Mesajeki we û anjî Gotineke weî dawî, ku wun dixwazin bêjin heyê?

Xanima Selim Tekin Zubeyde Tekin : (Bi qirinîyek ji kezebe û kelo girî) : Erê heyê, ma çawa tineye..

Dewleta Tirka, Ji malbatamin pênc kes kuştine, pênc kes..
Kurêmin Sabahattin, birndar kirin û ji sala 1996 da virda ew 36 sal  ceza kirin.
Bese êdî, ev kuştin, rêvandin, hindakirin, koçkirin û girtina zaruyên me.
Û bila kurêmin, Sabahattin ji girtigehê berdin û qe’nebe bila ew jimera sax bimmîne û bi saxi were malê xwe.
Bila ev şerê pis û qirêj bisekine.
Me qelandin. Ma nê Bese ?
Bese, bese êdî ev qetliama wahşane li ser serême Kurda, zilm û zora han ku lime dikin.

Dayika Zübêyde gotinên xwey dawî, bi qerîneke dijwar temamkir û girîyabu …

( Pişti axaftina xanima Selim Tekin, ZUBÊYDE TEKIN, hêrkes pir bê deng mabu, xemgin û dil şikestî bubu, ev Atmosfera giran li ser me hemuyan, di malêda li serme bi cîh bubu.)

S. A : ( Ew hêvar ez bixwêji li hafa isyan, dil şewatiya dayika Zubêyde û qêrîna wêya ji kezebê û hêstrên çavên dayika Zubêyde, li hafa wan, min nikari xwe zeftkim û yek ser çavênminjî tije avbûbû û pêra girîyabum…)

Suayip Adlig

Li Bismil 15 nisane 2009

Back to top button