Îşkence li Erbakan jî kirine

Ji bo îşkencekirina serokê Partiya Refahê Necmedîn Erbekan, Artişa Tirkiyê 50 leşker li Donanmaya Golcika Izmitê amade kiribûn, lê belê îşkencekirina Erbekanî ne ji aliyê wan leşkeran ve, belê ji aliyê parêzvanên Kungfucuya Sakaryayê ve hatiye kirin.

Parlemanê Enqerê Hasan Hüseyin Ceylanê ku di Partiya Refahê de bibû parleman û parlemantiya wî hatibû daxistin, gotiye ku ”28ê Sibatê bi hemû hawayên xwe senaryoya Suleyman Demirel bû.”  Ceylan gotiye Komisyona Derbeyanb: ”Wê demê ez bi 38 dozan hatim dadgehkirin û ez parlemanê yekemîn im ku ketime girtîgehê.”

Li gor gotina Ceylani, ”generalekî xwestiye ku sê parleman ku yek jê Erbakan bû, ji partiya Refahê bêtin avêtin, yanena wê Partî bête girtin.”

Û Ceylan gotiye: ”Roja 17ê Hezîrana 1997an Necmedîn Erbakan ez vexwendim ba xwe. Dema ez çûm ba wî, min dît ku dev bi girînê kiriye û bûye hîqehîqa wî piştre gote min: `Tu bi xwe des tji partiyê bikişîne…”

Nerîna min :