Behra Kurdistanê têra xizmetê nake
Civta wezîrên Kurdistanê di serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de civiya.
Di destpêka civînê de, cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed raportek di derbarê serdana heyeta Kurdistanî ya Bexdayê de raporek pêşkêş kir û behsa hevdîtinên di derbarê butçaya Iraqê ya 2013-ê kir.
Îmad Ehemd da xuyakirin ku, di vê serdana han de heyeta Kurdistanî nêrînên Hikûmeta Kurdistanê yên di ware, meseleya bûdceya hêzên Pêşmerge, kêm anîna bûdceya Îraqê, meseleya pereyên ev kompaniyên ku, di warê hêlbirîna petrolê de li Kurdistanê de kar dikin pêşkêşî Hikûmeta Îraqê kiriye.
Çavkanî eşkere kir ku, her çend encamên vê serdana han ne li gorî dilê me bûn lê belê bo diyar kirina rewta meseleyên heyî serdaneke erênî bû.
Her di vê civîna han de biryar hate dayîn daku, encamên vê serdana han bi awayekî rêkûpêk pêşkêşî tîma Kurdistanî ya li Bexdayê de were kirin û herwiha biryar hate dayîn ku, piştî Cejna Qurbanê Wezîr û Parlementerên Kurd yên li Bexdayê ji Kurdistanê re werin wexandin û li Hewlêrê bicivin raport û zaniyariyên baş jî ji wan re were pêşkêş kirin daku, bikaribin li Bexdayê de bi rêkûpêkî kar bikin.
Di derbarê meseleya bûdceya Kurdistanê de jî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, parê bûdceya Kurdistanê gelek kême û têra Kurdistanê nake û ne li gorî daxwaz û pêdeviyên welatiyek ku, bi dehan sal hatiye wêran kirin û jêrxana vê jî hatiye jinavbirin.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku, bo awedan kirina Kurdistanê û bihêztir kirina jêrxana welat pêdeviya me bi bûdceyeke zêdetir heye û ev bûdceya ku, niha li Bexdayê de ji Kurdistanê re tê şandin têra pêdeviyên Kurdistanê nake.