Cîhan
400 şirketên Îranî li Hewlêrin
Konsolusê Îranê yê li Hewlêr Huseyin Uzeyimî da xuyakirin ku hecmê bazirganiya Îranê li gel herêma Kurdistanê 11 milyar dolar e. Ev ji % 60 bazirganiya Îranê li gel tevahiya Iraqê ye.
Konsolusê Îranê li gel komek karsazên Îranî serdana Odeya bazirganî ya Kurdistanê kir. Konulusê Îranî di vê serdana xwe de behsa bazirganiya navbera Kurdistana Başûr û Îranê de kir.
Konsulusê Îranê Uzeyimî got: Pêwendiyên me yên bazirganî gelekî başin. Bazirganiya Îranê li gel Iraqê ji % 60 li herêma Kurdistanê re ye.Hecmê bazirganima salê 11 milyar dolarin. 400 şîrketên Îranî li Kurdistanê hene. Emê vê hêjmarê zêdetir bikin. Ec herim ji bo me girînge. Em dixwazin pêwendiyên bazirganî û cîranitî yê pêşvetir bibin.