Polîtîk

Konferansa Êzîdiyan li Amedê tê pêkanîn

Komisyona Bawerî û Kêmnetewan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Amedê Konferansa Êzîdiyan pêk tîne. Konferansê doh destpêkir û wê îro bi dawî bibe. Êzîdiyên li Suriyê, yên li Kurdistana Başûr, yên li Ermenistan û Ewrupayê beşdarî konferansê bûn. 

 

Di konferansê de rihspiyên Êzîdiyan yên ji Başûrê Kurdistanê Mîr Tahsîn Seîd, Hazim Seîd, Baba Şêx, ji Sûriyeyê Bavê Cemîl, ji Elmanyayê Hoşeng Biroka, ji Ermenîstanê Temûr Hasanov, Serokê Giştî ya PÇDK’ê Diyar Xerîb, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Qeymeqamê Şengalê Dexîl, Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca, Endamên Meclîsê yên Daîmî ya KCD’ê, parlementerên BDP’yî, nûner û rêveberên TZPKurdî, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, DİAY-DER, rayedarên Dêra Miryem û Ermenî, HDK, Ewropa, Rûsya, Başûrê Kurdistanê, Sûriye jî gelek kes beşdarî konferansê bûn.

Li salona konferansê pankarta “Em bi rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve dimeşin” hate daliqandin. Delegeyên hatin salona konferansê piştî deqeyek rêzgirtinê konferansê destpê kir.

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, ji bo axaftina vekirinê di nava çepikan de derkete ser dikê û axivî. Turk diyar kir ku, bi salane li ser Êzîdiyan pêkûtiyên mezin hatine kirin û gelek êş bi wan dane kişandin. Turk anî ziman ku, gelek hemwelatiyên Êzîdî di qirkirinê de derbazbûne. 

 Turk diyar kir ku, komkujî pirranî li ser navê ola îslamê hatin kirin û wiha got: “Lê di Quranê de tiştekî wisa tineye. Di dema Abbasiyan de komkujî hatin kirin. Di dema Osmaniyan de û dema Yavuz Sultan Selîm de qirkirin hatin kirin. Di dîrokê de her tim li hemberî Êzîdiyan komkujî hatin kirin. Dîroka Êzîdiyan dîroka komkujiyan e. Êzîdî rastî zilmekî gelek mezin hatin. Şengal hate talankirin. Heta niha 73 komkujî li dijî Êzîdiyan pêk hatin.”
Mîr Tehsîn Seîd, rihspiyê Êzîdiyan jî axifî. Mîr Tahsîn Seîd spasiyên xwe pêşkêşî kesên konferans amade kirin kir û diyar kir ku, berî her tiştî dem dema yekîtiyê ye. Mîr Tehsîn Seîd anî ziman ku, Êzîdî li ser vê xakê hatin belavkirin û wiha got: “Divê Êzîdî li herêman neyên belavkirin. Hemû yek in. Êzidî ji komkujiyên mezin re hatin derbazkirin. Sedema komkujiyan yekîtî tinebûn bû. Divê Kurd zimanê zikmakî jibîr nekin. Heke hûn 100 zimanan jî bizanin weke zimanê zikmakî nabe.”
Piştî axaftinê Mîr Tehsîn Seîd, tabloya wêneya Laleşê  diyariya Ahmet Turk hate kirin. Piştî re Turk destê Mîr Tehsîn Seîd maç kir.

 

Back to top button