Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û herdu alî ji bo bicihkirina seqamgiriyê û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar ku bersiva daxwazên welatiyan bide de hemfikirbûn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih de, qonaxa piştî hilbijartina parlamentoya Iraqê û encamên wê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de, mijara damezrandina hikûmeta nû û rewşa Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Şerê li dijî terorê, rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û pêşhatên li navçeyê beşek ji mijarên civînê bûn ku giftugo li ser hatin kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên Iraqî kir ji bo derbaskirina astengiyên vê qonaxê.