Dezgeha Rwange li Bexdaya paytexta Iraqê ji bo xelatkirina ciwanên behremend merasîmek saz kir û di warên kurte çîrok-zimanê Kurdî, kurte çîrok-zimanê Erebî, kurte fîlm, wênegirî, solo muzîk, dahênana zanistî, hunera recycling, şêwakarî, destpêşxeriya kar, helbest-zimanê Kurdî, helbest-zimanê Erebî û bernamesaziyê de ciwan hatin xelatkirin. Bi giştî di 12 waran de ciwan hatin xelatkirin.
Merasîma dabeşkirina xelatên Rwange îro demjimêr 16.30 li Hola Niştimanî ya Bexdayê birêve çû. Wergirên xelatan jî ji aliyê lîjneyeke pisporan ve hatin destnîşankirin. Jurî jî ji bo her warekê ciyawaz bû û kesên şareza bo hilbijartin û diyarkirina baştirîn berbijêran hatibûn danîn.
Berbijêrên pileyên yekem, duyem û sêyem:
-Beşa Wênegirî:
Pileya yekem: Heyder Mihemed
Pileya duyem: Aras Mehmûd
Pileya sêyem: Elî Mihemed
-Beşa Hunera Recycling (dubare bikaranîn)
Pileya yekem: Fîrdews Elî
Pileya duyem: Mehmûd Heyder
Pileya sêyem: Kerar Cabir
-Beşa Solo Muzîk
Pileya yekem: Barîn Erdelan
Pileya duyem: Daner Hogir
Pileya sêyem: Rojyar Luqman
-Beşa Şêwekarî
Pileya yekem: Rîm Zekî
Pileya duyem: Elî Xalîd
Pileya sêyem: Padaşt Xelîl
Warên din:
– Bane Mehmûd, ji Hewlêrê, yekem di warê kurte çîroka Kurdî de
– Anat Zerxam, ji Neynewa, yekem di warê kurte çîroka Erebî de
– Emîr Star, ji Silêmanî, yekem di warê destpêşxeriya kar de
– Huner Newzad, ji Silêmanî, yekem di warê kurte fîlm de
– Ehmed Ceifer, ji Hewlêrê, yekem di warê dahênana zanistî de
– Şaho Selah, ji Silêmanî, yekem di warê helbesta Kurdî de
– Mistefa Hîsam, ji Bexda, yekem di warê helbesta Erebî de
– Ziyad Esed, ji Hewlêrê, yekem di warê programsaziyê de
Salane ji aliyê Dezgeha Rwange ve ciwanên behremend ên Herêma Kurdistan û Iraqê di warên ciyawaz de tên xelatkirin û mebest ji vê dezgehê jî ew e ku ciwan di warên cuda de şiyanên xwe nîşan bidin û bi xwe bawer bin.
Salane di warên huner, edeb, zanist û warên din de ciwanên temenê wan di navbera 15-25 saliyê de dikevin rikaberiyê û wergirên xelatan jî ji aliyê juriyeke ku ji pisporan pêk tê, tên hilbijartin.