CîhanRojev

Rusya naxwaze di nava Suriye de hebûnek “weke dewletê“çêbibe..

Li gora nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA, Rusya dixwaze ku rêz li serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê were girtin û destdirêjiyên Îsraîlê jî dubare nebin.

Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev da xûyakirin ku; “Hewldanên damezrandina hebûneke weke dewletê li Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Aleksandr Lavrentyev diyar kiriye ku Rûsya rijd e li ser parastina yekparçebûna axa Sûriyê û rêzgirtina li serweriya wê û dubare nebûna destdirêjiyên Îsraîlê.

Ev helwesta Nûnerê Serokê Rûsyayê di kongreyekê de hatiye ku îro li Şamê di çarçoveya civîna herdu desteyên hemahengiyê yên Rûsya û Sûriyê de kongreyek li ser vegera penaberên Sûriyê hatiye sazkirin.

Aleksandr Lavrentyev herwiha gotiye: “Divê em berdewam bin di şer û têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de bi taybetî li Idlibê, herwiha divê rêkeftinên ku Tirkiyê îmze kirine, werin cîbicîkirin û ew welat berpirsyariya êrîşên terorîstî bigre ser xwe, ku li wir rûdidin. Divê li deverên rojhilatê Sûriyê şerê terorê were kirin.”

Back to top button