Em li himber êrîşên Îranê xwe diparêzin

Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Lloyd Austin daxûyakirin ku, ew li dijî êrîşên Îran û milîsên wê, parastina xwe û hevpeymanên xwe dikin.

Lloyd Austin di daxûyaniya xwe de dibêje ku; Îran aramî û îstikrara herêmê têkdibe. Lê emê parastina asayişa herêma Rojhilata Navîn bikin û rê nadin Îran armancên xwe de serbikeve.

Austin destnîşan kir ku çalakiyên deryayî yên Îranê li kendavê, ne pîşeyî ne û ew çavên xwe li ber kiryarên Îranê nagrin. Dawiya daxûyaniya xwe de Austin dibêjê ku, ew bi hemû awayî dikarin xwe û hevpeymaniyên xwe biparêzin û di vê derbarê de bi biryarin.

Nerîna min :