Siyasetmedarê kurd Dîndar Doskî derbarê pirsa koçberiya ciwanên kurd ber bi Ewropayê de axivî û aşkere kir divê bi şêweyekî mentiqî serederî bi pirsa koçberiyê re were kirin û ev mesele neye siyasîkirin.
Di hevpeyvînekê de ji bo BasNewsê Dr.Diîndar Doskî got: ‘’Pirsa koçberiyê pirseke xerîb nîne û nabe opozîsyon vê bixe ser millê hikûmetê û ji ser wê pirsê ji xwe re dengan peyda bike. Ev pirseke ku divê hikûmet û opozîsyon bihevre gotûbêjê li ser bikin. Tenê sedemeke diyarkirî ya koçberiyê tuneye belkî pirs û diyardeyeke cîhanî ye divê li parlementoyê hokarên wê werin vekolandin.’’
Di berdewamiyê jî de Dr. Dîndar Doskî da zanîn şerm e koçber li wan sînoran hişk bibin û hinek ji ser wan ji xwe re dengan peyda bikin û rondikên tîmsahî ji bo wan birjînin. Herwiha Doskî amaje bi wê yekê jî dike tometbarkirina hikûmetê di wê çarçoveyê de ne meşrû ye û ev pirs ji hikûmetê û aliyên siyasî mezintir e û divê li ser asta komelgeha kurdî qisseyên ciddî li ser were kirin.
Dr. Dîndar Doskî behsa rêjeya penaberiyê li cîhanê jî kir û da zanîn di sala 2019an de li Almanyayê nêzîkî 4 milyon kes û li Brîtanyayê 5 milyon û li Tirkiyê 3 milyon û pêncsed hezar kes û li Çînê jî 11 milyon û li Polendayê 4 milyon û le Ukraynayê 6 milyon kes û li Aemrîkayê 50 milyon kes koç kirine û koçkirin li seranserî cihanê heye û diyardeyek e.