Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrîşa li himber wî hatî kirin li gel civata wezîra civînek awarte kir.Di civînş de Kazimî da xûyakirin ku, ew dizani kî ev êrîş li himber wî kiriye û ew bi xwe wan baş nas dike. Herweha kazimî da xûyakirin ku,dê demek nêzik de wan eşkere bike.aşkere kiriye ew aliyê pişt wê êrîşa duhê ya ser mala xwe baş nas dike û ew dê wî alî jî aşkere bike.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna ligel kabîneyê de aşkere kiriye, duhê êvarî bi awayekî yekser mala wî bi droneyan hatiye armanckirin li Herêma Kesk a Bexdayê. Herwiha Kazimî aşkere jî kiriye ew kare karekî tirsonekî ye û ew ne karê kesên zana û Iraqiyan e.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî amaje bi wê yekê jî kiriye Iraq di rewşeke dijwar de derbas dibe û ev rewşa dijwar di serdema wî û hikûmeta wî de dest pê nekiriye û sedem jî ne ew in.
Mistefa Kazimî, dibêje hikûmeta wî kariye di demeke kurt de çend pirsgirêkên tendirustî û aboriyê yên û bazara neftê ya Iraqê çareser bikin ku hikûmetên beriya wan nikarîbûn çareser bikirina.
Di berdewamiyê jî de Mistefa Kazimî gotiye ew wan kesan baş nas dike ku ew êrîşa duhê encam dane û ew dê li dû wan biçe û wan aliyan aşkere jî bike.