Wezereta derve ya Amerikayê diderbarê êrîşa li ser avahiya serokwezîrş Iraqê Kazimî hati kirîn de daxêyaniyek ragihand. Wezereta derve ya AMerikî di daxûyaniya xwe de dibêje:
“Em êrîşa dronê ya ku li ser mala serokwezîrê Iraqê Kazimî hatiye kirin ji nêzik ve dişopînin. Em dizanin ku tu zerer negihatiye serokwezir û ew selamet e. Em vê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dikin.Ev êrîş li himber dilê Iraqê hatiye kirin.
Em bi hêzên ewlekarî yên Iraqê re ku bi parastina serwerî û serxwebûna Iraqê ve hatine erkdarkirin, di peywendiya nêzîk de ne. Me ji bo lêkolîna vê êrîşê baş bê kirin hemû pişgiriya xwe daye kifşkirin. Pabendbûna me bi hevkarên me yên Îraqî re nayê şikestin. Amerîka li gel hikûmet û gelê Iraqê ye.”