Cîhan

Li ser gustîla Obama kelîme-î tewhîd heye

Gelo li ser gustîla Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama “la îlahe îlallah” dibivîse? Niha li Amerîkayê herî zêde bersiva vê pirsê tê meraqkirin. Çimkî her tim tê îdiakirin ku Barack Obama misilman e. Niha jî misilmane an ne misilmane, ev niqaşa li ser gustîla di tiliya wî de tê kirin. Li gorî îdiayan, li ser gustîla Barack Obama bi Erebî, “la îlahe îllalah” dinivîse. 

Ev îdiaya, ji aliyê malpera muhafazakar World Net Daily (WND) yê ve tê kirin. Li gorî îdiaya malperê, hîn ku Barack Obama bi Michaelle Robinson, yanê hevjîna xwe a niha re nezewicîbû jî, ku hîn li Zanîngeha Harwardê xwendekarê hiquqê bûye jî, her tim ev gustîla kiriye tiliyê xwe.  Ji ber vê her tim hişê hevalên Obama tevlihev bûne.

Malpera WND, vê îdiaya xwe ji bo ku îspat bike, dest bi lêkolînê dike. Sûretên tiliya bi gustîl a Obama, ku di nav de yên ku di sala 1981 an de hatine kişandin jî hene, ji aliyê zanyarê îslamê yê Misirî Mark A. Gabriel ve tê lêkolînkirin. Di vê mijarê de Gabriel wiha dibêje, “mirovekî ku vê gustîlê dike tiliya xwe, bê guman ew gellekî nêzika ol û baweriya îslamê û civaka îslamê ye.”

El Arabiye jî şopa rastiya gustîla Obama ket lê, ti bersiv ji Qesra Spî nestandiye.

Îdiayên bi heman rengî, berê jî, ji aliyê çêkerê belgefîlma ku li ser bavê Obama hatibû çêkirin a “Dreams of My Real Father” Joel Gilbert jî avêtibû holê.      

   

Back to top button