Polîtîk

PDK – YNK civiyan

 

Li Hewlêrê her du mekteb siyasiyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê civîneke din ya hevbeş a xwe lidar xistin û piştî bi dawî hatina civîna bi daxuyaniyekî encama civînê ji bo raya giştî ragihandin.

 

Daxuyaniya encama civînî:

Di berdewamiya civînên hevbeş yên her du mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de evro 9.10.2012 li Hewlêrê civîneke din hate organîzekirin û tê de çendîn meseleyên girîng û babetên sereke yên girêdayî bi peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de û herwiha rewşa navxweyî, ya Îraqê û ya Deverê jî hate nîqaşkirin.

Di derbarê hevpeymaniya steratejîk de her du alî weke hertim tekez li ser girîngiya vê peymana han kirin û ragihandin ku, dibe ev peymana han bi her awayî were parastin.

Di beşeke din ya civîna han de her du alî tekez li ser yekhelwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdî a li hember meseleyên girîng yên navxweyî, Îraqî û Herêmî û ev babetên ku, girêdayî bi berejwendiyên Gelê Kurd, demokrasî û nîştimanî ne kirin.

Di dawiya vê civîna han de biryar hate dayîn ku, civînên hevbeş weke ku, bername ji wan re hatiye amadekirin werin lidarxistin.

 

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê


Mekteb siyasiya yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê

 

9.10.2012/Hewlêr

 

Back to top button