Cîhan

Kurdistan balefirên şer dikire

 

Medya Îranî li ser nûçeyekî di rojnama Holandî ya De Telegraaf de hatî weşandin, îdia dike ku di herêmê de Hukumeta Kurdistana çekên giran ji Îsraîl bikire.

Herweha medya Îranî îdia dike ku, pêwendî li gel hinek karmendên mezin yên Emrîkî hene û bi rêya wan civînek gelek girîng hatiye pêkanîn û ji bo kirîna çekan peymanek berfireh hatiyê îmze kirin.

Ev peymana çekan li gel şîrketek Emerîkanî hatiye pêkanîn.

Herweha tê gotin ku dê Îsrail çekn ku tên xwestin wê bighîne sinorê Kurdistana başûr û Suriyeyê (Sinorê navbera Kurdistana başûr û Rojava).Li gora nûçeya hatî weşandin dibêje ku,12 balefirên cengî, 20 helîkopterên şer, 3 helikopterên mezin yên bar û gelek tankên Îsrailî yên xwedî teknoliya nû, bingehek ya fuze, sistemên radarê û gelek tiştên din di lîsteya çekên bêne kirîn de heye..

Wek din hate îdia kirin ku bihayê 20 milyar dolar çek têne kirîn.

Herweha medya Îranî li gora vê nûçeyê jî li ser rewşa herêmê û helwesta Emerîka li herêmê de nirxandina dike.

 

Back to top button