Başûr ji bo îdiayên ANF çi dibeje
Di malpera Firatnews de nûçeyek balkêş hatiye belavkirin. Di vê nûçeyê de behsa hinek pêwendiyan li Başûrê Kurdistanê dike û îdia dike ku desthiltdariya Başûrê Kurdistanê li gel Emerîka, Îsrail û Tirkiye dixwaze bandora PYD li ser kurdên Rojava kêm bike.
Di nûçeyê de dibêje: “ – Hate zanîn ku li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya Serokê Lijneya Ewlehiya Niştimanî û Serokê Îstîxbarata Herêmê Mesrur Barzanî, dîplomatên Tirk, Amerîka, Îsraîl û rêveberên hinek partiyên ji Rojavayê Kurdistanê, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civînek hatiye lidarxistin. Hate ragihandin ku di civînê li ser bicîhkirina pêşmergeyan a li Rojavayê Kurdistanê û bisînorkirina hêza PYD’ê hatiye rawestîn.“
Herweha di vê nûçeyê de hatiye îdia kirin ku belgeyek li ser vê civînê jî ketiye di destê wan de. Ew belge jî hatiye weşandin. Wek din ANF li gora dîtina xwe şiroveyekî jî li ser vê hevdîtinê dike û hinek îdiayên din dike.
Niha li vê derê pirsek derdikeve holê. Sekirdiyetiya PYD hemû piraniya caran li Başûrê Kurdistanê ne û hotêlên 5 sterik de mêvanîn Kurdistana Başûrin. Gelek caran mirov dibîne ku berpirsên partiyan û hukumetê ve hevdîtinên wan eşkere çêdibin.
Wekdin gelek vekirî li Başûrê Kurdistanê ji bo şerek birakujî di nava kurdên Rojhilatê bi xwe de destnedê û ji bo yekrêziya kurdan li Rojhilat serokê Kurdistanê gelek hewldan kirin û ev yek bi awayekî pêkanî.
Niha herkes dîtin û rewşa PYD de dizane. PYD gelek vekirî li gel rejima Suriye di nav pêwendiyek girîng de ye. PYD li gel rejimê kar dike û çekên rejima Suriye li milên PYD ye. Kurdên Rojava hemû vê yekê baş dizanin.
Lê servan tiştan hemiyê re rayadarên Başûrê Kurdistanê xwestin PYD nezikî tevgera kurd be da ku ji rejimê dûr bikeve hewldan. Her çikas PYD di helwesta xwe de ne durist bêjî rewş bi awayeki gihat encama avakirina desteya bala ya di navbera ENKS û PYD de.
Gelk caran ev helwesta Başûr hate rexne kirin, Başûr xwest yekrêziyek ya kurdan li Rojava pêkwerê. Lê mixabin PYD bi tektîk nêzikî pirsa yekitiya kurdan li Rojhilat bû.
Niha ev nûçeya di ANF de hatî belav kirin gelekî balkêş e. Herweha belgeya hatî belav kirin çîye ne çiye mirov nizane.
Divê bi awayekî ji dezgehekî li Kurdistana Başûr daxuyaniyek di vê derbarê de derkeve da ku bê zanîn ku rastiya vê çîye. Yan jî PYD bi xwe tiştekî di vê derbarê de bêje.
Herweha ev nûçe bi serê xwe dibe sedemek ku Başûr siyaseta xwe ya kurdên Rojavayê berçav re derbas bike û di vêderbarê de stratejiyek nûjen tesbît bike.
Li gora agahdariyên me li Kurdistana Rojava dinamîzma herî xort ku îro heyî yekrêziya gencên welatparêzin. Lê bi awayekî herkes şerê wan dike û pêşiya xebata wan digre. Ji hemiyê girngtir divê Kurdistana Başûr van gencan û heyina wan bibîne. Ditinên partiyên klasik nebê diwarek ji bo dengê van xortan li wan vegere.