Dengdan bi liber çav girtina şîretên tendirostî tê kirin.
Îro 8ê Cotmehê prosesa dengdana taybet li Îraq û Kurdistanê destpê kir.
Di çarçoveya vê prosesa han de aware û kesên girtî û nexweş jî deng didin.
Li seraserê Kurdistanê de bi giştî 331 hezar û 600 kes dikarin beşdarî di prosesa dengdanê de bikin ku 225 hezar û 851 kes endamên hêzên leşkerî û ewlekarî hene ku beşdarî di dengdana taybet de dikin û li 122 navendên dengdanê dengên xwe didin.
Herwiha 105 hezar û 754 aware û hijmareke kêm girtî jî di dengdana taybet de mafê dengdanê heye.
Jiber hebûna Koronayê vê carê dengder bi liber çav girtina şîretên tendirostiyê diçin ser sindoqan.