PKK nikare rêgiriyê li PDKê bike,tişta dike pravakasyon e!
Ji bo parlementoya Iraqê 10.10.2021ê hilbijartin têne li darxistin. Taybetî PDK di serî de daxûyakirin ku, ev hilbijartin ne adilane ne, ji ber ku li gora nifûsa bajaran hêjmara berbijêra nehatine kifşkirin. Wek minak Hinek bajarên Iraqê hene ku nifûsa wan ji yên Kurdistanê kêmtire, lê hêjmara parlementerên dertêxin ji yê bajarên Kurdistanê gelektir e. Ji ber ku li Kurdistanê serhijmarek nehatiye kirin. Lê cardin PDKê ji bo istiqrar û aramiya deverê qebûl kir ku hilbijartin pêkwerê û tevlî van hilbijartina dibin.
Her aliyek siyasî Kurdistanî li gora xwe propagandeyê dike û hewldidin ku bêhtir parlementera destve bînin. Bê guman di dema propagandeyên hilbijartinan de hev rexne dikin û behsa projeyên xwe li Bexdayê dikin. Gelekî girînge Kurd li Bexdayê bikaribin li himber parlemneter û desthilata Bexdayê berjewendiyên Kurdistanê biparêzin. Ji xwe rewşa heta wek îro gelek vekirî daye xûyakirin ku, ka kî çewe li Bexdayê dijitiya destkeftiyên Kurda dikin û eksê wê jî kî û çewe ji bo destkeftiyan û berjewendiyên Kurdistanî hewldidin.
Roja 2.10.2021ê berbijêrên PDKê yên Şingalê hewldan ku herin Şingalê, lê çekdarên PKKê rê li wan girtin û nehêlan herin nava bajarê Şingalê. Ji bo şerek dernekeve berbijêrên PDKê şûnve vegeriyan. Lê ew nayê wateya ku dê neçin Şingalê. Her çewebe berbijêrên PDKê dê herin nava bajarê Şingalê her devera pêwist dê propagandeya xwe bikin. Çekdarên PKKê jî vê yekê baş dizanin. Yanî kurtahî çekdarên PKKê li gel milîsên Şîe nikarin rê li tu devereka Kurdistanê li PDKê bigrin.
Lê ji bo şerek dest nede ji bo xwîn neyê rijandin PDK gelek bi hesasî û bi mesûliyet tevdigere.
Tê Zanin ku, di dema DAÎŞê de hêzan pêşmergeyên Kurdistanê di fermandariya serok Barzani de Şingal ji destê DAÎŞê azad kirin. Mesud Barzanî li serê çiyayê Şingalê li himber medya cîhanî azadkirina Şingalê di konferansek rojnemevani de ragihand.
Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, artêşa Iraqê li gel hêzên Heşda Şeibî êrîş birin ser Kurdistanê, xiyaneta 16ê Oktoberê hişt ku Pêşmerge xwe ji hinek deveran bidin aliyekî û deverên stratejik yên Kurdistanê biparêzin. Çekdarên PKKê mil dan milê Milîsên Şîe şerê pêşmergeyên Kurdistanê kirin.
Niaha jî çekdarên PKKê li gel Heşda Şeibî li Şingalê ne. Di derbarê Şingalê de di navbera hukumeta Bexdayê û Kurdistanê de li hevhatinek hate kirin. Lê milîs û çekdarên PKKê rê nadin ku ev Peyman li Şengalê bê cihbicihkirin. PKK naxwaze Şingal bikeve ser Kurdistanê û di bin bandora Hukumeta Kurdistanê de. Ew hewldidin Şengal bibe beşek ji Iraqê.
PKK wek her carê di derbarê rewşa Şengalê de dezanfarmasyona belav dike.
Di medya PKKê de behsa bûyera ku hewldan rê li berbijêrin PDKê girtin dike û derewa dike. ANFê de dibêje:” Di 2’yê Cotmehê PDK’ê bi hêzên çekdar xwestin derbasî Şengalê bibin lê gelê me yê ku li çand, ol û rûmeta xwe xwedî derdikeve ji ber îxaneta ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê PDK’ê ve li dijî wan hatiye kirin, nehiştin ev hêz derbasî ser axa pîroz bibin. Dayikên me, ciwanên me û tevahiya gelê me Şengal li hemberî dagirkeriya PDK’ê parast û ew neçar kirin ku paş ve vegerin. Lê piştî rojekî carekî din dixwazin vê provokasyonê bibin serî û xwîna Êzidiyan birijînin.
Em ji raya giştî re didin diyarkirin ku armanca wan ne propagandaya hilbijartinê ye, ji xwe gelê me îspat kir ku ew îxanetkaran qebûl nakin û dengê xwe nadin wan.”
Siyaset û sîxûriya PKKê di derbarê Kurdistanê de tê Zanin, lê cardin medya PKKê derewa dikê û hewldide ku hevalbendiya PKKê li gel dagirkera weşêre. PKK li hemû beşên Kurdistanê de ji bo rê li destkeftiyên netewî bigre li gel hukumetan hevkar e. Armanca PKKê ya Sereke ewe ku; rê li dewletbûna Kurda bigre.
Nabe Kurd û aliyên siyasî li himber siyaseta PKKê bê deng bimînin, her bêdengî arîkariya dijmina dike. Pêwiste her kurdek ji bo destkeftiyên netewî dengê xwe bilind bike û li himber rêgiriya dewletbuna Kurda xwedî helwestbe. Di qonaxa ku tevgera Kurdistanî têre derbas dibe ev yek bûye pîvana niştimanperweriyê.
4.10.2021
Nêrîn/Şirove