Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş nivîsek di girtigehê de nivîsî û banga yekrêziya sosyalist û çepan li Tirkiye dike. Demirtaş da xûyakirin ku, pîştî AKPê avakirina demokrasiyê li Tirkiye gelekî girîng e. Demirtaş dibêje ku, eger li Tirkiye piştî AKPê demokrasiyek bê avakirin divê tevgerên çep û sosyalist di nav de bin.
Demirtaş di daxûyaniya xwe de dibêje: Li Tirkiye erkek girîng û dîrokî dikeve li ser milê tevgerên çep û sosyalist.Eger piştî têkçûna AKPê li Tirkiye demokrasiyek bê avakirin,çep nebin,dengê kedkara nebe çênabe. Nabe çep û sosyalist çavên xwe li vê yekê bigrin. Ji bo avakirina demokrasiyê bilindkirina dengê kedkara divê ji niha ve tevgerên çep xwe amade bikin. Ji bo vê yekê bê ku cewaziyek hebe hemû hêzên çep û sosyalist divê di konferansekî de werin ba hevû stratejiya xwe û gavên bavêjin tesbît bikin.
Balkêşe ku Demirtaş di daxûyaniya xwe de qet behsa Kurdistanê û hêzên kurda nake. Di rastiya xwe de Demirtaş her demî wek kesayetek çep û ji bo engreya Kurda Tirkiye ve siyaset kiriye. Roj bi roj vê dîtina xwe behtir dipejirîne. Tirkiyebûna Demirtaş ji bo tevgera Kurda li bakurê Kurdistanê dibe sedemê astengiyan.