CivakRojev

Li Kurdistanê navendeke nû hate vekirin

Wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê Rêber Ehmed navendeke nû ya dîcîtalî ya bo çavdêrî kirin, şopandin û girtina tawanbaran vekir.

Piştî merasîma vekirinê wezîrê navxwe di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ev navenda han yaku hatiye vekirin, navendeke çavdêrî, şopandin û girtina tawanbarane û ev navenda han navendeke dîcîtaliye.

Rêber Ehmed herwiha eşkere kir ku, armanca serekî ya hikûmeta Kurdistanê ji wan pêngavan parastina asayîş û ewlekariya Kurdistanê û welatiyane.

Ehmed tekez li ser vê yekê kir ku, ev navenda han li tevahiya parêzgehên Kurdistanê tê vekirin daku bi vê rengî ti tawanbarek li Kurdistanê bêceza nemîne û Kurdistan nebe cîhê mayîna tawanbaran.

Back to top button