PolîtîkRojev

Şanda CHPê behsa serdana xwe ya Kurdistanê kir

Şanda CHPê îro ji Kurdistanê vegeriyan ê li Stanbulê serokê şanda CHP cîgirê serokê CHPê Oguz Kaan Salici li avahiya CHPê ya li Stanbulê konferansek rojnemevanî li darxist ê behsa naverok armanca serdana şanda bilind a CHPê ya herêma Kurdistanê kir. Salici got: Ev serdana me û diyaloga ku me danî wek destpêkek e.

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salicî da zanîn ku li Hewlêrê hevdîtin ligel rayedarên partiyên siyasî yên wek Partiya Demokrata Kudistanê (PDK), Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Eniya Tirkmenî ya Iraqê  û Partiya Çaksazî ya Tirkmenan û ligel berpirsên hikûmeta Kurdistanê pêk anîne.

Oguz Kaan Salicî da xûyakirin ku ew weke CHP giringiyê dide çaresrkirina pirsgirêkên navçeyê û girîng e pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin.

Salicî da xuyakirin ku wan Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ragihandiye û dê hemahengî di navbera Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê de hebe.

“Divê pirsgirêk bi dîplomasiyê bên çareserkirin”

Salicî got: “Wekî CHP, em di wê baweriyê de ne ku welatên herêmê ji zêdebûna teror, alozî û bêaramiya van salên dawîn li herêma me gelek zirar dîtine. Di têkoşîna li dijî van pirsgirêkan de, em ji destwerdanên leşkerî wêdetir, girîngiyê bi hewldanên pêwîst û bikaranîna derfetên dîplomasiyê didin. Me her gav gotiye ku em ligel diyalogê bûne û divê pirsgirêkên herêma me bi danûstandin û dîplomasiyê werin çareserkirin.”

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez a  “Weke CHPê, we cara yekem serdana Herêma Kurdistanê kir, çima we di demeke wiha de pêwîstî bi vê serdanê dît. Eger CHP bibe desthilatdar peywendiyên Hewlêr û Enqerê dê çawa bin?” Salicî got: “Armanca me ya sereke diyalog û hevkariya li herêmê ye. Fikra Rêxistina Aştî û Hevkariyê ya Rojhilata Navîn ji bo kêmkirina terorîzm û tundiyê ji bo me gelek girîng e, dibe ku ne sibê lê di heyama pêş de, bandorê li tevahiya herêmê bike. Herwiha bi hatina ba hev a çar welatên herêmê (mebesta wî Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq e) ev platfom dêe bibadortir bibe. Di hevdîtinên me yên bi rêveberiya herêmê re û di hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî yên li Kerkûkê re de, me dît ku ev însiyatîf û fikra me çiqas bi girîng e, ev însiyatîf çiqas hêja ye û bersiv çiqas erênî bûn. Divê ev li vir neyê hiştin, divê wekî destpêkek were dîtin. Bi taybetî piştî ji nû ve diyarkirina hikumeta navendî ya li Iraqê û avakirina hikûmeta nû, divê em van destpêşxeriyan di asta hikûmeta navendî de jî bidomînin.”

“Em rastî helwesteke xirab nehatin”

Bi gotina Ouguz Kaan Salici, li Herêma Kurdistanê ew di hevdîtinên xwe de rastî ti helwesteke xirab nebûne û got: “Li Rojhilata Navîn eger ev herçar welat bêne ba hev dikarin pirsgirêkên vê herêmê bi rêjeyek mezin ji holê rakin. Wekî ku min pêştir jî got, dibe ku ev îro dernakeve holê, lê hilbijartin çêdibin, hikûmet tên guhertin û li welatan guhertin çêdibin û em jî wek CHP di dema desthilatdariya xwe de bi vê yekê re eleqeder bibin. Ji ber vê yekê, me di derbarê helwesta xwe de li bakurê Iraqê an jî li ser navê rêveberiya heremî hûn çawa binav dikin bikin, tiştek xirab nedît.”

“Em pirsa Kurd nîqaş dikin”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê herwiha anî ziman ku  kir ku CHP di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de ne têne diaxive, di heman demê de materyalên nivîskî amade dike û wiha pê de çû: “Beriya CHP, Partiya Gel a Çepgira Demokrat jî li ser pirsgirêka kurd difikirî û nîqaş dikir. CHP partiyeke siyasî ye ku bi israr çareseriyên pirsgirêkê pêşniyar dike û gava rexneyên wê hebin ji rexnekirinê dudil nabe. Pêşîniya me pir zelal e, em bawer dikin ku em dikarin pirsgirêka Kurd di çarçoveya Tirkiyeya uniter de bi dînamîkên xwe çareser bikin.”

Back to top button