PolîtîkRojev

ENKS: Ji bo “Diyaloga Kurdî” em nûnerê Amerîkayê re civiyan!

Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) da xûyakirin ku, piştî vegera Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê David Brownstein, îro li ser daxwaza wî civînek online di navbera wan de hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di civînê de binpêkirinên li dijî ENKSê hatine kirin, pirsa diyaloga Kurdî – Kurdî û riyên berdewamiya diyalogê hatin guftûgokirin. Her du aliyan jî li ser berdewamiya pêwendiyan li hev kirin.”

ENKS û PYNKê ji Mijdara 2019’an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de dikin, lê demek e danûstandin rawestiyane.

David Brownstein jî di Mijdara 2020an de cihê Balyoz William Roebuck girt û niha dîplomatê herî payebilind ê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ye.

Back to top button