Lahor xwe disipirê Qendîl..? Yan..
Problemên di nava YNKê de rûdayîn û helwesta malbata Talabanî bi yek dengî li himber Lahor Şêx Cengî û birayên wî û Ala Talabanî roj bi roj dikeve qonaxên taybet de , ku dikare bibe sedemê hinek aloziyên herêmê û li Iraqê jî. Lê di hman demî de dikare bibe sedemê istikrarekî nûjen jî.
Dema ev bûyerên bi vî awayî rûdidin ne di cih de ye û zemîneka van bûyeran heye. Lahor û kesên li gel taybetî piştî xiyaneta 16ê oktobera 2017ê hewlda û xwe bi hêz kir û xelkeke li derdora xwe kom kir. Di aliyê darayî de gelek bi hêz bû. Li gel Heşda Şeibî û îranê pêwendiyên xort danîn , lê ji aliyekî ve jî hat gotin ku, pêwendiyek wî li gel Amerika ji bo kuştina Fermandarê hêzên Qudsê Qasimî jî hebû.
Herweha pêwendiyên Lahor li gel PKKê baş tê zanin û taybetin jî. Lê di heman demê de Lahor pêwendiyek îstixbaratî li gel Tirkiye hebû. Tê zanîn ku gelek berpirs û fermandarên PKKê li herêma Silêmaniyê bûn armanca heronên Tirkiye û jiyana xwe ji dest dan. Di vê derbarê de behsa heye ku hemû agahdariyên lojistik ji aliyê Lahor ve hatine dayin.
Lahor du alî dileyze. Ev yek jî sedemek e ku Lahor dikare bimîne tenê. Heta niha tu pişgiriyek vekirî nebûye. Lê Lahor pişta xwe dide Qendil û PKK jî di vê derbarê de PKK wek ji aliyê Lahor xwe dide xûyakirin. Her çikas vê yekê eşkere nakê jî, lê di daxûyaniya PKKê de bi zelalî dixweye.
Hinek çavkanî vekirî dibêjin ku, Lahor bi rêyên nehînî jehr û hinek dermanên xirab dane Bafil û bi vê rêyê hewldaye ku Bafil ji holê rake, heta îdia hene ku Kusret Resol bi xwe jî ji aliyê Lahor ve hatiye jehrkirin. Di vê derbarê de di destê Bafil de belge hene.Ev komplo di nava civatê de û her weha kolanên Silêmanî têne axavtin. Gelek kesayet jî ev rabûna Bafil ji nişkave li himber Lahor bi vê yekê ve girê didin.
YNK şirîkê PDKê ye di hukumetê de. Herweha Tevgera Goran jî di nava hukumeta herêma Kurdistanê de cih dige. Endamê serkirdeyatiya YNKê Cafer Şêx Mistefa fermandarê hinek hêzên girîng di nava YNKê de ye. Heman demî cîgirê serokê herêma Kurdistanê ye.
Tê zanîn ku dezgehên Îstixbarata YNKê Zanyarî û hêza dij terora Silêmaniyê di destê Lahor de bûn. Bi biryar û fermana cigirê serokwezîrê Kurdistanê berpirsên van herdu dezgehan hate guhertin. Piştî guhertina cîgirê serokê herêma Kurdistanê Cahfer Mistefa ji bo pîrozbahêyê serdan bingehê hêza dij terorê kir.
Bi awayek din guhertinên pêkhatin bi fermana cigirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubat talabinî bûne. Ev yek jî gavek rewa ye ku bi navê hukumetê hatî kirin.
Li gora agahdariya Lahor gubek ku ji 50 kesî pêkdihatan ser avahiya dezgehê televizyona Lahor IPLUSê ve girtine û karmendên wan derêxistine û hinek jî birîndar kirine. Herweha bafil ji Lahor daxwaz kiriye demek kurt de hemî dzgehên medya yê radestî YNKê bike.
Tê zanin ku kesayetên naskirî di nava YNKê de hemû li gel malbata Talabanî cih digrin û pişgiriya vê helwesta Bafil Talabanî dikin.
Di serî de Lahor û hinek kesayetên ji vê pirsê dûr û xwe akilmend dihesibînin dikevin di nava hesabên piçûk û PDK ji bo van nakokiyên rû didin rexne dikin. Herkes dizane ku, PDK ji bo îstikrara Kurdistanê ji bo YNK têk neçe û belav nebe her demî paldaye YNKê û li gel wan hevkariyek stratejik ava kiriye. Heta vê gavê jî ji bo ev bûyer nebê sedemê bê istiqrariya herêmê PDK gelek bi hesas e.
Lahor wek giyayek xirab di nava YNKê de şîn bû. Tu nirx li ba wî tuneye ji siyasetmedarek bêhtir wek serokêk mafyayî tevdigere û ji bo YNKê û aramiya Kurdistanê bi xwe jî tehdîdeke. Lê dixweyê leyiztikên Lahor zû eşkere bûn û hêvi ewe ku YNK bê ku tu xirabiyek destbide bikaribe bi awayek akilana vê pirsgirêkê çareser bike û ji vê pîsatiyê xilas bibe. Lahor vîruseka pîs di nva laşê YNKê de ye û divê bê çareserkirin.
16.7.2021
Nûçe/Analiz
Rojevakurd