CivakRojev

Serok Barzanî serxweşîya malbata Nebiyev kir

Serok Barzanî bi minasebetakoça dawî ya Yuri Şamil Nebiyev peyameka sersaxiyê ragihand.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kultûrî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyiya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel gelê Kurd Mamosta (Yurî Şamîl Nebiyev) gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê li bajarê Moskowa koça dawî kiriye. Mamosta Yurî Nebiyev kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke ber bi çav li yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yurî Nebiyev û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê xwedê jêrazî şad bê.

Mesûd Barzanî
06.07.2021

Back to top button