CîhanRojev

Endamê Komîteya damezirandina DIAKURDê, Yurî Nabiêv jiyana xwe ji dest da

Endamê Komîteya damezirandina DIAKURDê, Yurî Nabiêv ji ber newxeşiya Covidê jiyana xwe ji dest da. Diyakurd ji bo wefata Nabiêv daxûyaniyek belav kir.

Daxûyanî:

Mixabin îro 6 ê tîrmehê em bi xeberek reş pêhesiyan ku rêhevalê me, endamê Komîteya damezirandina DIAKURDê, dostê hêja Yurî Nabiêv ji ber newxeşiya Covidê jiyana xwe ji dest daye.

Em gelek xemgîn in. Me hevalekî xwe yê giranbuha, dilsoz, wefadar û welatparêz wenda kir. Kekê Jurî bi raman, nêrin û helwestên xwe têkoşerek pir dagirtî û xwedî ezmûn bû.

Cihê wî zû bi zû nayê dagirtin. Hemû xebat, dîtin û pêşnîyarên wî yên ji bo pêşerojê li ser berjewendiya doza Kurd û ji bo pêkanîna çareseriyek mayînde ji bo netewa kurd bû.

Zêdeyî sê salan di nav xebata DİAKURDê de em bihevra bûn. Ji roja destpêkê heta wefata xwe wî hewl da ku xebata DİAKURDê serbikeve, Kurdên diyasporayê di nav rêxistineke xurt de hêz û tecrubeyên xwe bixin xizmeta têkoşîna gelê Kurd.

Hezar mixabin ku hevalê me bêyî ku karê xwe temam bike ji nav me bêwext bar kir. Xemgîniya me bêsinor e.

Em tu caran xebat û hewldanên giranbuha yên Kekê Jurî jibîr nakin.

Ew heta roja ku Kurdên diyaspora rêxistina xwe damezirîne dê bi me ra be.

Bila serê malbat, rêheval û hezkirîyên wî sax be.

Bila rêya te vekirî be hevalê dilsoz, welathez û mirovhez. Em tu car te ji bîr nakin kekê Jurî Nabiêv.

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (DIAKURD)

6/7/2021

Back to top button