CîhanRojev

Hollanda jenosîda Kurdên Êzidî naskir

Parlamentoya Hollandayê komkujiya ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî pêk anîbû wek ‘Jenosîd’ nas kir.

parlamentoya Hollandayê tawana DAÎŞê li dijê Kurdên êzidî hatî kirin gotubûj kir.

parlamentera Krîstiyan Ana Kauk pêşniyarek radestî serokatiya parlamentoyê kir û piraniya dengan komkujiya Êzidiyan wek ‘Jenosîd’ hat naskirin.

Berê jî li Parlamentoya Ewropa û Civata Nûneran ya Amerîkayê biryarên bi vî rengî hatibûn qebûlkirin.

3ê Tebaxa 2014an de, endamên DAIŞê êrişî navçeya Şingalê kirin. DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzdî kuştin û 6 hezar û 410 kes ku bi piraniya wan jin û zarok bûn revandin.

Back to top button