CîhanRojev

Hevkarî êrîşên Tirkiye û Îranê li ser başûrê Kurdistanê şermezar dike

Komiteya Hevkariya Partî û Hêzên siyasî Kurdistanî li Danimark daxûyaniyek ragihandin. Hevkarî di daxûyaniya xwe de , Îran û Tirkiye şermezar dike.

Daxûyanî:

Welatê me Kurdistan û Rojhilata Navarast, îro careke din di bin xeterîya êrîş û dagîrîya dewleta Tirk da ye. Ev dewleta hov û terorîst, di Kurdistanê û navçeyê de zilm û zordarîyeke nedîtî, li ser gelê Kurd û kêmneteweyên din dimeșîne. Her weha di warê olî û mezhebî de Xaçperest, Elewî, Êzîdî û hwd. yên ku ne islam in û ne ji mezhebê fermî ne, li gor siyaseta ”Senteza Tirk û Îslam”ê tên asîmîle kirin û helandin. Dîsa yên ku li hemberî vê sîyasetê derdikevin têne îșkence kirin, heps û zindan kirin, mecbûrê nefî û koçberîyê dibin.

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li dijî gelê Kurd vê siyaseta xwe dimeșîne. Lê herweha li bêșên din yên welatê me jî, ji bo gelê me tu maf û azadîyê bi dest nexe û nebe xwedîyê statuyekê, bi dewletên cîran yên dagirkerên Kurdistanê re peymanan pêk tîne û bi hev re dek û dolabên bi dizî û eșkere li hember gelê me bi pêktîne. Serokê Komara Tirkîyê, Recep Tayip Erdogan, di axaftineke xwe de dibêje: “heger li hîvê jî dewletek Kurd were avakirin, emê pêșî lê bigirin”. Dunya tev, îro bi bela Vîrusa Koronayê re mujule. Lê dewleta Tirk, li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku gelê me mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexe, li ser axa xwe nebe xwedî statuyekê, bi leșkerên xwe, bi tanq û topên xwe, bi bermayîyên DAÎŞ ê gelek navçeyên Kurdistanê dagîr kirîye û xistîye bin kontrola xwe. Kurd ji erdê bav û bapîrên xwe hatine derxistin, li cîhê wan Ereb û bermayîyên DAîŞ ê hatine ciwar kirin, demografîya Rojavayê Kurdistan ê guhart û diguhurîne.

Bi behaneya hebûna bingehên PKKê, bi salan e dewleta Tirk, li Bașûrê Kurdistanê, bi sedan caran operasyonên leșkerî yên bejayî û ezmanî pêkanîne. Di naverasta meha bihorîde dîsa dewleta Tirk tevî rejîma kolonîyalîst û kevneperest ya Îranê, di eynî demê de dest bi dijwartirîn êrîșan kirine. Îran, bi behaneya muxalîfên xwe, dewleta tirk jî bi behaneya hebûna bingêhên PKKê, bi hemû çekên xwe yên giran û balafiran, Bașurê Kurdistanê bombabaran dikin. Dewletên dagirker, bi van êrîșên xwe yên ezmanî û bejayî, hem serwerîya Iraq û Herêma Kurdistanê, hem jî zagon û prensîbên navneteweyî binpê dikin. Van êrîșên dagirkerî yên Tirkîyê û Îranê li Bașûr û Rojavayê welatê me, heta nuha bûne sedemê kuștina gelek kesên sivîl û bêguneh.

Gelê me di bin xeterek mezin de ye, ji nuha de koçberîyek girseyî dest pêkirîye.

Divê Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên derveyê welat, bi yekdengî û bi yekrêzî li dijî van êrîşên hov yên dewletên kolonyalîst û dagîrker derkevin û piştgirîya gelê xwe bikin. Herweha divê, hemû hêzên siyasî berpirsîyartîya xwe zanibin, dev ji siyaseta hizbî û grûbî berdin, dev ji dijîtîya hevûdû berdin, bi siyasetekî hevbeş û hişmendîyekî netewî tev bigerin. Pêwiste û divê, PKK û hinekî hêzên sîyasî bi siyaseta xwe ya xelet ji êrîşên dewletên dagîrker re, bi taybetî jî êrîşên li ser Başûrê Kurdîstanê re, rê venekin, behane nedin destê wan.

Em wek Platforma Hevkarîya Partîyên Kurdistan (HEVKARÎ) li Danmark bang dikin ku her hêzekî berpirsîyarîya xwe bi cîh bîne û ji serwerîya hêz û parçeyên dinê re rêz bigre!

Gelê me, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi berxwedaneka qehramane û berdeleke giran pișta DAÎŞ ê șikand û dunyayê ji xeterek mezin parast. Hemû dunya deyndarê miletê Kurd e. Lê çi heyf û mixabin eynî dunya, îro li hemberê vî şerî, dagîrkerî û hovitîyê bêdeng, kor, lal û kerr e. Îro li ber çavên dunyayê, gelê me ji hêla Tirkîye ya piștgirê DAÎŞ ê ve, di nav xwînê de tê xeniqandin, axa welatê wî tê dagîrkirin!

Em bang li dinyayê dikin!

Em bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovî, komel û rêxistinên sivîl yên netewî û navnetewî dikin!

Em bang li Yekîtîya Neteweyan, Yekitiya Ewropayê, dewletên endamê NATOyê û yên din dikin!

Em dibêjin hawar û gazîya gelê me bibihîzin!

Li dijî şer û dagîrkerîyaTirkîyê û Îranê derkevin; li dijî operasyonên li Bașûrê Kurdistanê rawestin!

06.07.2020

(HEVKARÎ – Danmark )

 

Back to top button