Nûçeyek di medya başûrê Kurdistanê de hate belav kirin. Hinek kesan bi navê hûnermendiyê wek komiteya aşitiyê roja 29ê Hezîranê serdana wezereta Pêşmerge kirin.
Nûçe:
Komek ji Hunermendên Kurd,kû di nav de Şivan Perwer, Diyar Dersim, Hesen Şerîf, Beser Şahin û Firmesk Hafız jî hebû, li Hewlêrê serdana Wezareta Pêşmerge kirin û bi Wezîr Şoreş İsmail re civiyan.
Piştî civînê Şivan Perwer di derbarê armanca serdana wan de ji çapemeniyê re axivî û got, “Em wek hunermendên Kurd, ji bo ku daxwazên xwe bînin ziman em hatin vir û em bi germî hatin pêşwazî kirin. Li welatê me hin rewş gelê Kurd diêşînin. “Dijminên me carek din dixwazin jiboy berjewendîyên xwe di nav Kurdan de şerê nav xweyî derxin,” Perwer destnîşan kir ku hêviyên mezin ên tevahiya raya giştî ya Kurd hene, wiha domand: “Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên pir girîng hene û ev ji bo gelê Kurd hêviyek mezin e. Divê gelê Kurd jî bi çavên xwe vî cihî biparêze, divê li vir pevçûn çênebe. Ev herêm hêvî, bendewarî û pêşeroja gelê Kurd e. Ji ber vê sedemê, wekî hunermendên Kurd, me serdana Wezareta Pêşmergeyên xwe kir. Em pir kêfxweş bûn. Wan jî me pir bi awayekî germî pêşwazî kir. Em ji bo her xizmetek ji bo gelê Kurd, ji bo bextewariya wan, ji bo aştiya navxweyî ya li Kurdistanê amade ne. Kurdistan welatek zêrîn e, hêja ye. Kurdistan dergûşa dîrok û şaristaniyê ye.
Dema kû ji Şivan Perwer, hate pirsîn, “Bersiva Wezîr ji daxwazên we re çi bû”, Şîvan bersivand, “Spasdarê cenabê wî me em pir bi germî û baş pêşwazî kirin. Ew jî ji gelê xwe hez dike û xizmetek baş dike. Got ez sipasî ya we dikim û hûn her saxû heyî bin.
Roja 12ê Hezîranê komek kes bi navê hûnermedniyê li Almanya bajarê Kolnê civînek kirin. Di derbarê civîna li Kolnê hatî kirin û helwesta hûnermendan nûçe analizek di Rojevakurd de hate belav kirin.
Analîza Rojevakurd:
Nûçeyek di ANF a girêdayê PKKê de hate weşandin. Di vê nûçeyê de hinek ku xwe hunermend didin nasandin, ji PDKê dixwazin ew ji qada gerilla derkevin. Van hûnêrmenda kirasê hûnêrmendiyê ji xwe êxistin û kirasê aliyek siyasê yê PKKê li xwe kirine.
Nûçeya ANFê de derketî bi temamî bi vî awayî ye:
“ Hunermend û rewşenbîrên li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin ba hev, daxuyaniyek hevpar dan, hişyarî da PDK ya tevlî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk bûye. Li ser navê hunermendên Kurd di daxuyaniya hate dayîn de hate gotin ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî kû rû bi rûyê xeteriyên mezin re ne derbas dibe, ev hate gotin: “Dewleta Tirk a dagiker li Başûrê Kurdistanê nêzî 3 mehan e li ber çavê dinê, sûcên dij mirovahiyê dike, li dijî gerîla û gelê Kurd qirkirinê pêk tîne. Dewleta Tirk a faşîst û qirker hinek derdorên Kurd bi taybet jî PDK’ê ji bo armancên xwe bikar bîne, dixwaze bikişîne şerê birakujiyê.”
‘DIVÊ HÊZÊN PDK’Ê VEKIŞIN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev şer Yekîtiya Netewî dike hedev û wiha hate gotin: “PDK bi bikaranîna hêzên xwe yên taybet, hem rewakirina dagikeriya Tirk hem jî dixwaze têkoşîna gerîla asteng bike. Em Hunermendên Kurd dibêjin ku; bê ku roj derbas bibe divê PDK hêzên xwe ji qadên gerîla vekişîne, li dijî dagirkeriya Tirk bibe xwedî hlwest, ji bo Yekîtiya Netewî gav bavêje.
Divê ne ti partî û ne jî hêz cih li gel dijminê dîrokî yê vî gelî cih negire. Di serî de bang li hemû rewşenbîr û hunermendan bi taybet ên Başûrê Kurdistanê dikin u li dijî PDK ya ku dikeve bin xizmeta dewleta Tirk bibin xwedî helwest. Bê ku bigihêje nuqteyek welê ku veger nebe, bê ku şerê Kurd bi Kurd destpê bike, divê bi dengê xurt bêjin NA. Ev erkekî dîrokî û exlaqî ye.”
Hunermendên tevlî daxuyaniyê bûn jî peyam dan.
Hozan Diyar: Destê Kurdan li ser dilê wan e, çavê wan li çiyayên Kurdistanê ne. Mixabin dîsa qala şerê Kurd bi Kurdan tê kirin. Divê dijminê xwe baş nas bikin ferqa Erdogan ji Seddam nîne. Ji bo Yahûdiyan Hîtler çi ye, ji bo Kurdan jî Erdogan ew e. Eger ku ev dijmin hê neyê nasîn, ev şermeke mezin e. Eger nas dike û dîsa dibe hevkar, ev şermeke hê mezintire.
Şivan Perwer: Divê siyaseta Kurd rê nede şerê birakujî. Çi dibe bila bibe divê em rê nedin vê. Qedera her çar parçeyan yek e. Kîjan parçeyên Kurdistanê bikeve xeteriyê parçeyên din jî dikeve xeteriyê. Ya Tirk dike, gelan li dijî hev rake ye. Pêşmerge jî gerîla jî zarokên gelê Kurd in. Bang li Mesût Barzanî dikim, pêwîstî bi ruhê yekîtiyê heye. Roj ne roja şer e. Kek Mesût te soz dabû, ez rê nadim ku xwîna gerîla û pêşmerge zarokên me bi destê hev bê rijandin.
Ganî Nar: Ti aliyê serketî yê vî şarî nîne. Ê winda bike wê gelê Kurd be. Em nikarin yên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane bikin leheng. Cihê ku bira bira bikuje, lehengî nabe.
Besê Şahîn: Gelê Kurd zana ye, divê neyê lîstikên şer. Birêz Mesût Barzanî dem em hatibûn Başûr me hevdîtin kir we soz dabû, soza xwe bi cih bînin.
Nebes Abdullah: Dijminê me ne li Qendîlê ye, dijminê me dewleta Tirk e. Divê li Başûr, Êzîdxanê, Kerkûk û her çar parçeyên Kurdistanê Kurd yekîtiya xwe çêbike.
Kakşar Oremar: Ti hêz nikare pêşiya gel bigire. Li kû destkeftiyek hebe dijminê Kurdan Erdogan êrîşî wir dike. Gerîla û Pêşmerge zarokên vî gelî ne.
Peywan Arjîn: Çi demê dewleta Tirk kete zoriyê, hebûna xwe li der dijayetiya Kurdan didomîne. Taybet bang li hêzên Başûr dikim; Ez nebim tu jî nîne, tu nebe ez jî nînim. Ev tinekirina xwe ye. Bang li Birêz Barzanî dikim, li ser televîzyonan te soz dabû, hemû Kurd jî ji soza te kêfxweş bibûn. Rica dikim li gorî soza xwe tevger bike.
Kesên tevlî daxuyaniyê bûne:
Ozan Seyîdxan, Ganî Nar, Ozan Comerd , Cewad Mervanî, Hozan Şemdîn, Peywan Arjîn, Hekîm Sefkan, Denîz Deman, Tulay Şahmaran, Zozan Zudem, Binevş Roj, Ersîn Çelîk, Mustafa Şahîn, Beser Şahîn, Bulent Turan, Sosin, Kakşar Oremar, Serhat Med, Memo Gul, Alî Îkîzer, Nelbest Abdullah, Amele, Şîrîn, Pêrî, Alî Zulfîkar…“
Niha gerek mirov biçekî behsa helwesta xwediyê vê daxûyaniyê bike û rastiya wan bînê bîra wan..
Li Almanya bajarê Kolnê hinek kes ku nave hunêrmendiyê li xwe dikin derketin ber medyayê û daxûyaniyek dan. Helwesta van kesan beşeke ji şanoya komedî ku PKK senaryoya wê nivîsîye. Ev kes dibêjin: Divê PDK rojek zûtirîn ji deverên gerila derkeve.
Ev netişt çi dibêjin? Wateya daxûyaniya wa ewe ku dibêjin, bila Pêşmergeyên Kurdistanê ji xaka azad a Kurdistanê derkevin.
Ev kesên ku xwe hunêrmend didin nasandin dûvikê siyaseta qirêj ya PKKê ne, bila navek din li xwe bikin.
Bê guman her kesek rewşenbîr, hunêrmend, siyasetmedar û her kurdek mafê wî ye di derbarê bûyeran de dîtina xwe bêje. Lê dive behsa rastiya heyî bike. Eger bi rastî hun şer naxwazin û behsa yekitiyek netewî dikin. Gelek rê hene.
Baş bala xwe bidinê;
Başûrê Kurdistanê xwedîyê statuyek fermî û nevnetewiye. Li gora qanûna bingehîn a Iraqê herêma Kurdistanê azad e û xwediyê dezgehên xwe ne. Serokatiya Herêmê, Parlementoya Herêma Kurdistanê û Hukumeta Kurdistanê li gora qanuna bingehîn ava bûne û xwediyê statuyek navdewletiye.
PKK statuya başûrê Kurdistanê nas nake. Li himber serweriya Kurdistanê li gel dewletên dagirker û hinek gurubên ku dixwazin Kurdistanê têkbibin hevkariyê dike. Ji aliyek din ve divê hun kesên ku xwe hûnêrmend didin nasandin, divê hun bizanibin, pirsgirêk ne di navbera PKK û PDKê de ye. Pirsgirêk navbera PKKê û desthilatdariya herêma Kurdistanê de ye. PKK ji bo serweriya Kurdistanê nas nake vê yekê wek dilê xwe dinirxîne.
Hun dengbêj bin, hun strana bibêjin , hun şanoya de bileyzin karê weye. Lê hûnermendî xwedî kesayetekî ye û li ser siyasetan re ye. Hun dikarin berjewendiyên netewî biparêzin û nebin rebenê ber deriyê partiyan da ku zikê xwe têr bikin , yan jî derkevin li ser şaşa kanaleka televizyona aliyên siyasî.
Eger hun siyasetê bikin bi mejiyek azad li gora bîr û baweriya xwe bikevin nav partiyan de.
Eger hun rast û diristbin. Yekitiya Netewî ji bo dewletbûna Kurdistanê biparêzin. Ew siyaseta ku we îrada xwe radest kirî, li dijê dewletbûna Kurda ye. Hun karên xwe ve mijûlbin, nebin letiztika aliyên siyasî ku we bi kar tînin. Mixabin hinek ji van hûnermendan hêja nanê Kurdistana azad dixwin.
Eger hun dixwazin hêzên biyanî ji xaka azad a Kurdistanê derkevin, li himber Heşda Şeibî, li himber milîsên Îranê û li himber arteşa Tirk xwedî helwestbin. Eger zehmet nebe hun dikarin ji PKKê jî bixwazin vegerin bakurê Kurdistanê çi dikin bila bikin.
Di qonaxa ku em têrê derbas dibin erkê her kurdek niştimanperwere ku, xaka azad a Kurdistanê biparêze.
Nûçe/Analîz
ENCAM:
Ev kesên bi navê hûnermendiyê di nava vê tevgerêde ne ji aliyê PKKê ve hatine organize kirin.
Kesayetên durûne û li Almanya tiştekî dibêjin , li Kurdistanê tiştek din dibêjin.
Li Ewropa hakaretê li Barzaniyan û PDKê dikin, li Kurdistanê wesfê wan didin.
Ev hûnêrmend ji bilî hûnermendiyê ji bo li Kurdistanê ihtimamekî bibînin van karên xirab dikin.
Medya başûr taybetî medya girêdayê PDKê xeletiya dike û serdana wan ya Kurdistan TV minakek e.
Helwesta medyaya nêzikî PDKê dibe sedemeka ev insanên bi vî cureyî durûtiya xwe meşru dikin.
Şivan di Stêr TV de hevpeyvînek dirêj kiriye û behsa hinek tiştan dike. Gerek ev hevpeyvîn baş bê xwendin.
Bû guman gelek tişt hene ku di vî warî de bêne gotin. Lê gelek cara gotin feyde nake. Gotinek kurdî heye. Dibêje: Yê zanê dizane, yê nizane baqê nîskaye…….