Partiya Demokrata Kurdistana Suriye (PDK-S) di derbarê qetilkirina endamê me yê encûmena şaxî Emin Îsa de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihand.PDK-S dibêje ku, çekdarên PYDê vê yekî demekî de dikin ku, hewldanên hevdîtina yekrêziyê têne kirin. Ev helwesta PYDê ji bo yekrêziya Kurda li rojavayê Kurdistanê ne peyamek erêniye….
Daxûyanî:
Daxuyanî ji raya giştî re
Di berdewamiya kiryarên xwe yên terorîzekirinê de, çekdarên PYD tawanek hovane li dijî rêheval Emîn Issa Emin Al-Ali, endamê Encûmena şaxî ya Partiya me ya Demokrat a Kurdistan – Sûriya, ku di encama êşkenceyek dijwar de di girtîgehên wan de hate şehît kirin.
Piştî lêkolîna li ser laşê wî, û li gor raporên bizîşkên bê alî, hate dîtin ku li wir şopên îşkenceya hovane hene. Şikestinên li deverên cûr bi cûr ên di laşê wî de derbên bi amurên hişk li ser çokan û stûyê wî, û bi awayekî dewsa şewatkî dijwar li ser laşê wî hate dîtin. Herweha şewatên ku ji pişta serî heya dawiya hestûyê piştê bi rûnê germ hatiye tesbît kirin.
Ev tişta hatî kirin tenê ji aliyê kesên hov ve têne kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hevalê me Emin di 22ê Gulana 2021 de ji hêla çekdarên PYDê ve hate gazî kirin, û desteserkirin, û ji bo zindana dozgeriya leşkerive hate veguheztin. Di zindanê de encama işkenceya hovane hate şehîd kirin.
Ev tawana kirêt di qonaxêkî de pêkhatiye ku, hewildanên navneteweyî bi giştî û DY bi taybetî jî berdewam dikin bi mebesta ji nû ve destpêkirina danûstandinên ji bo yekîtiya helwesta kurd di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) de. Ev kiryar peyameke xirab û ne erêniye ji aliyê Rêveberiya Xweser de ku girêdayê PYDê ye, di vê demî de tê dayîn.
Em di Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de, di demekê de ku em vê kiryara hov û tirsonek, û vî tawana hovane, bi tundî şermezar dikin, em daxwaz dikin ku aliyê Amerîkî, wek çavder û garantorê danûstandinên yekîtiyê, berpirsiyariyan û rêzgirtin ji sozên xwe re di derbarê rawestandina van kiryarên tawanbar de rabin. Em her weha bangî rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û di derbarê vê tawana hovane de lekolînê bikin, û divê kesên berpirsên vê tawanê bêne muhasebekirin û di dadgehek eşkere û vekirê bi çavderiyek netewî bêne darizandin, da ku ev kujer bigine cezayê xwe.
ji ber ku ev tawan rûdanek xeternak e, û binpêkirineke peymanên navneteweyî re, û li dijî nirxên mirovatiyê ne.
Li vir girîng e ku meriv tekez bike ku raporên bijîşkî yên çêkirî ji hêla karbidestên rêveberiya PYD-ê ve bi armanca tarî kirin û veşartina taybetmendiyên vî sûcî, nixumandina tawanbarên ku ev kiryara tirsonek kirine e.
Rûmet ji giyanê şehîd Emîn Issa Emin re
Şermezarî ji qatil û sûcdaran re.
Qamişlo / 29 – 06 – 2021
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya