Di pirsa Kurd de nijadperestin
Piraniyeka mezin ji Tirka dema pirsa Kurd tê rojevê, hemû nakokiyên xwe datînin aliyekî bi yek dengî li dijê Kurda dibin yek . Ev cureyê Tirka ji bo miletê xwe çepin, rastin, demokratin yan jî tiştek dinin .
Dara Bilek
Gelek cara behsa nijadperestiya Tirka yan jî siyasetmedarên Tirk tê kirin. Piraniya insana welê dibînin ku, kesayetek yan jî siyasetmedarek ku xwe çep dihesibîne nabe şovenist yan jî nijadperest be. Raste insanên çep eger baweriya xwe adalet û wekheviyê ji dil anîbe , dê ne li dijê mafên rewa yê miletek din be. Siyaset yan jî îdeolojiya kesayetên çep eve.
Lê li Tirkiye ev pîvan kar nakin û herkesek yan jî taybetî siyasetmedar tenê ji bo xwe û miletê xwe difikirin. Kurd hene tunene xwedî mafên , doza mafên xwe dikin , ne xema wan e. Her dema hilbijartin nêzik dibin bi awayekî behsa Kurda dikin, lê tu cara behsa mafên rewa yên Kurda nakin. Dema Kurd doza mafên xwe dikin, navê Kurdistanê tînin rojevê hemû bi hevre û bi yek dengî dibêjin: Na nabe her mafê we heye hun daxwaza çi dikin?
Yanî bi gotinek din mixabin piraniyeka mezin ji Tirka dema pirsa Kurd tê rojevê, hemû nakokiyên xwe datînin aliyekî bi yek dengî li dijê Kurda dibin yek . Ev cureyê Tirka ji bo miletê xwe çepin, rastin, demokratin yan jî tiştek dinin . Lê di derbarê Kurda de, bi gotinekî nijadperestin.
Muharem Ince kandidatê serokkomariya Tirkiyebû. Tifaqa Milet pişgiriya wî dikir û li himber Erdogan dengek baş destve anî. Gelek cara bi zimanek hilûs behsa Kurda jî dikir û digot “Emê pirsa Kurd bînin parlementoyê û di bin banê parlementoyê de çareser bikin” Lê tu cara newêrî behsa cureyê çareseriyê bike. Muharem Ince ji CHPê cuda bo partiya memleket damezirand û niha bi 3 parlementeran di parlementoyê de ye.
Ince di derbarê zimanê Kurdi de li ser pirsekî gotinên ji derê zanyarîyê dibêje û bi vê yekê jî cahilbûna xwe datîne holê. Di derbarê ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê Ince dibêje: Eger li gel pedagojiyê bigunce, bizanin li gor dewleta unîter jî digunce. Lê ev yek ne li gor pedagojiyê ye.” Ince bi vî awayî niyeta xwe eşkere dike û bi destê xwe pencemuhrê li nijadperestiya xwe dide.
Lê mixabin sibehî , dê înce herê bajarên Kurdistanê û li gel Kurda biaxive û propagandeya partiya xwe bike. Gelo dê kurd çi bertekê nîşanbidin nayê zanin. Ji aliyek din ve ev platform û dezgehên ku ji bo zimanê kurdî nava hewldanekî de ne û dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, divê li hemû deverên Kurdistanê serokê Partiya Memleket Muharem Înce şermezar bikin û rê nedin ew behsa Kurda jî beke.
5.6.2021