Divê perwerde bi zimanê Kurdî hebe

Serokên sê partiyên rastgir ên opozîsyonê Gelecek, DEVA û Saadetê yên Amedê, derbarê daxwaza sereke ya kurdan “Perwerdehiya Kurdî de” hemfikir in. Serokên hersê partiyan jî dibêjin; heta perwerdehiya bi zimanê Kurdî pêk neyê pirsgirêka kurd çareser nabe.

Pêvajoya aştî û çareseriyê ku di sala 2013’an de ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hatibû destpêkirin, di sala 2016’an de şikesteke mezin xwar. Piştî vê pêvajoyê ji nava AK Partiyê hin komên ku ji polîtîkaya AK Partiyê ya heyî razî nebûn, ji AK Partiyê qetiyan û Partiya Gelecek û Partiya DEVA’yê ava kirin. Herdu partî jî ji bo ku bikaribin dengên kurdên ku ji AK Partiyê dûr ketine werbigrin, di bernameya partiya xwe de cih dan riyên çareserkirina pirsgirêka kurd. Partiya Saadetê ku bi salan e li Tirkiyeyê parêzvana “Nêrîna milî ye” jî di opozîsyonê de cih digre û ramanên xwe yên derbarê pirsa kurd de vedibêje. Serokên hersê partiyan ên Amedê, hem performansa partiya xwe ya derbarê pirsgirêka kurd de û hem jî li ser riyên çareserkirinê ji Nûnerê Rûdawê yê Amedê re axivîn.

Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen, di şûna têgeha “Pirsgirêka kurd” de, têgeha “meseleya kurd” bi kar tîne. Li gorî Ulsen, ev pirsgirêk bandorê tenê li ser têkiliyên bi cîranên Tirkiyeyê re nake û ev pirsgirêk bingeha sereke ya hemû pirsgirêkan e. Li gorî Ulsen, sedema neçareserkirina “meseleya kurd” gavên xelet in ku heta niha derbarê vê mijarê de hatine avêtin. Ji ber van gavên xelet jî vê meseleyê ji “meseleya me” derxistiye û kiriye pirsgirêkeke navçeyî ango herêmî. Ulsen dibêje ji bo çareserkirina “meseleya kurd” serê pêşî divê pênasekirina welatîbûnê bê guhertin û wiha berdewam dike:

“Li Tirkiyeyê feraseta welatîbûna çandê desthilat e ku ev jî teqabûlê ‘welatîbûna milîtaniyê’ dike. Divê ev feraset biguhere û em hemû li derdora welatîbûneke sivîl bicivin. Pêwist e mijara perwerdehiya zikmakî êdî neyê nîqaşkirin û hemû astengiyên li pêşiya vê perwerdehiyê bêne rakirin. Nabe ku mafê perwerdehiya zikmakî bibe mijara bazarê. Di dehan sal in ku ji ber polîtîkayên qedexeyê di serî de perwerdehiya bi Kurdî, bikaranîna zimanê Kurdî di nava sazî û dezgehên cemaweriyê de hate astengkirin. Divê em bi awayeke zelal nêzî vê mijarê bibin. Mafê hemû kesî heye ku bi zimanê xwe perwerde bibe, di qadên tenduristî û burokrasiyê de jî bi zimanê xwe xizmetê bibîne. Em nikarin vî mafî tenê bi perwerdehiyê sînordar bikin. Pêwist e di hemû xizmetgûzariyan de guherînên bingehîn bêne kirin û ev ziman li wan qadan bê bikaranîn. Her wiha divê di qanûnan û destûra bingehîn de ev maf bêne mîsogerkirin. Divê bikaranîna vî mafî defacto nebe û li gorî dilê desthilatdariyan neguhere. Em weke Partiya DEVA’yê ji rojhilatê Tirkiyeyê heta rojava, ji bakur heta başûr heman gotin û heman tiştî dibêjin.”

Perwerdehiya bi Kurdî di bernameya partiyê de heye

Partiya Gelecekê ku ji aliyê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ve hatiye avakirin jî yek ji wan partiyên muxalefetê ye ku di bernameya xwe de cih daye mafê perwerdehiya zikmakî. Serokê Partiya Gelecekê yê Amedê Aydin Altaç jî, di wê baweriyê de ye ku êdî kes nikare pirsgirêka kurd nebîne û di bin pûş û telaşan de veşêre. Li gorî Altaç, divê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk, di çarçoveya mafên mirovan û guherînên yasayî de bê çareserkirin û wiha dibêje: “Birêz serokê me yê giştî di wê baweriyê de ye ku divê ev pirsgirêk di zûtirîn demê de bê çareserkirin. Bi israr di hemû civîn û platforman de vî tiştî dibêje. Riyên çareserkirinê me di bernameya partiya xwe de bi cih kiriye û vê yekê em bi xelkê re jî parve dikin.” Li gorî Altaç, wan bi zimanekî pir zelal ev yek di bernameya partiya xwe de aniye ziman. Ji ber vê yekê ew wisa bawer in ku divê rêveberiyên herêmî bêne bihêzkirin, polîtîkayên danîna qeyûman ji holê bêne rakirin û wiha berdewam dike:

“Di bernameya partiya me de wiha dibêje; divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya zikmakî bêne rakirin û teşwîqkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê divê zerûrî be. Nêzikahiya me ya li hemberî Kurdî û li hemberî hemû zimanên li Tirkiyeyê heman nêzikahî ye. Ziman dewlemendiya welatek e û haveynê pêkvejiyana welat e. Divê em van zimanan biparêzin. Pêşîvekirina li ber perwerdehî û hîndekariya zimanê dayikê erkê dewletê ye. Ev berpirsyariya dewletê bi xwe ye. Divê dewlet muheqeq rê li pêşiya vê perwerdehiyê veke. Serokê me yê giştî di hemû ciînan de bi israr vê yekê dibêje. Herî dawî di kongreya me ya bajarê Diyarbekirê de jî li ser pirsên rojnamevanan bi awayeke zelal ev yek anîbû ziman. Di gelek civînan de jî gotiye tirkî çiqas girîng be, Kurdî jî ewqas girîng e. Tirkî çiqas bi qedr û qîmet be, Kurdî jî divê ewqas bi qedr û qîmet be. Ji ber vê yekê em ji performansa serokê xwe pir memnûn in.”

‘Em soza perwerdehiya zikmakî didin’

Serokê Partiya Saadetê yê Bajarê Amedê Fesîh Bozan jî bal dikişîne ser gotinên Serokê Giştî yê Pariya Refahê yê wê demê Necmedîn Erbakan. Li gorî Bozan pirsgirêka kurd li pêşiya aramî û aştiya civakî ya welêt astengiya herî mezin e û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û ev astengî demildest ji holê bê rakirin. Bozan dibêje wan ji bo peydakirina riyên çareseriyê heta niha derbarê pirsgirêka kurd de du komxebat li dar xistine û wiha berdewam dike:

” Partiya Saadetê soza wê yekê  dide kurdan; em ê perwerdehiya zikmakî pêk bînin û bibin piştevanê vê daxwazê. Em vê yekê jî weke mineta li ser serê kurdan nakin; ev mafekî zikmakî û mirovî ye. Dema em pêşveçûnên li navçeyê û navneteweyî tînin ber çavên xwe; em dibînin ku pirsgirêka kurd divê yekser, di çarçoveya maf û dadperweriyê de bê çareserkirin. Encex bi vî awayî em dikarin wan dek û dolabên hêzên emperyal yên li ser welatê me û herêma me pûç bikin.”

Rudaw/ M.Dekak

Nerîna min :