PolîtîkRojev

Hêzeka Pêşmergeyên Kurdistanê li binkeyeke Kerkûkê dest bi kar dikin

Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, sibe efserên Wezareta Pêşmerge li Odeya Hemahengiya Hevbeş a li binkeya serbazî ya K1 a li Kerkûkê dest bi kar dikin. Herwiha heta dawiya vê hefteyê jî hemû odeyên hemahengiya hevbeş ên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de çalak dibin.

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ji Rûdawê re ragihand, ew a ku niha heye û kar li ser tê kirin, vekirina odeyên hemahengiya hevbeş e di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de li Diyale, Kerkûk, Mexmûr û Mûsilê û ev dikevin warê cîbicîkirinê.

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge diyar kir, “Hefteya derbasbûyî efserên Wezareta Pêşmerge li Odeya Hemahengiya Hevbeş a li Diyaleyê dest bi kar kirin. Sibe efserên Wezareta Pêşmerge diçin Odeya Hemahengiya Hevbeş a li Kerkûkê û li binkeya K1 bi fermî dest bi kar dikin. Biryara taybet bi Mexmûr û Mûsilê jî vê hefteyê dikeve warê cîbicîkirinê. Heta dawiya vê hefteyê biryara taybet bi çalakkirina hemû jûran dikeve warê cîbicîkirinê.”

Derbarê egera vegera Pêşmerge bo Kerkûkê û avakirina hêzeke hevbeş de, Cîgirê Supasalarê Pêşmerge ragihand, “Ti tiştek ji bo şandin û vegera Hêza Pêşmerge bo Kerkûkê di rojevê de nîne. Lê ew heye; tenê li jûrên operasyonê dest bi karê xwe dikin û ew jî bo karê operasyonên serbazî, îstîxbaretî û hemahengî ye di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de.”

Lîwa Qareman Kemal tekezî li ser wê jî kir, “pêkanîna hemahengiyê di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de, ne tenê vekirina odeyên operasyonê ye, lê divê hêza hevbeş û operasyonên hevbeş hebin, lê ya niha dikeve warê cîbicîkirinê tenê odeyên operasyonê ne.”

Back to top button