PolîtîkRojev

Ew nikare li navçavê min binire û bêje!

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu li himber axavtin û gotinên Erdogan yên di derbarê wî de,bertekek tund nîşan da. Gelek cara Erdogan behsa hevalên xwe yên berê dike û dibêje wan ji dev doza me berdan û xiyanet li doza me kirin.

Li himber gotina xiyanetê Ahmet Davutoglu daxûyaniyek da got: Bila tayip Erdogan bê himber min û li nava çavê min binire û behsa xiyanetê bike. Dê hingê herkes bersiva ku ez bidimê bibîne, ew nikare vê yekê bike. Berdewamiya daxûyaniya xwe de Davutoglu dibêje: Erdogan nikare çavê xwe bike çavê min behsa hinek tiştan bike. Ji ber ku ew sekna min, dirustî û helwesta min baş dizane ,ew dizanê ku ez çikasî bi xwedî prensîbim.

Di daxûyaniyek a xwe de Erdogan gotibû ku;herdu xayin dixwazin mescîdî Aksa di nava me de birûxînin.

Back to top button