Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê hewldanên vekirina nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li Tirkiyê û welatên erebî de hin daxuyanî dan.
Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di serdana serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê de, herdu caran jî pirsa vekirina nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Enqere hate guftûgo kirin.’’
Sefîn Dizeyî got: ‘’Di hevdîtina dawiyê ya derbarê vê pirse de, di navbera berpirsên herêma Kurdistanê û Tirkiyê de di meha Îlon a 2020ê de bû, ku berpirsên Tirkiyê ti pirsgirêkek ji bo vekirina nûnertiyê gotin tine, berevajî wê gelek pêşwazî lê kirin û tişta ku maye hin rêkarin û em naha em mijûlê darijandina heykel ango awayê fermangehê ve mijûl in.’’
Herwaha got, derveyî Tirkiyê, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze li welatên erebî jî nûnertiyê veke. ‘’Naha şeş konsolên giştî yên welatên erebî li Hewlêrê hene. Lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ti welatekî erebî nûnertî tine. Ji ber wê jî em hewl didin di pêşerojê de li Tirkiyê û çend welateke erebî û asyayî jî nûnertiyê vekin.’’
Sefîn Dizeyî got, naha hikûmet mijûlê darijandina awayê peykerê fermangeha pêwendiyên derve ye û ‘’Giringe ji aliyê siyasî û aborî ve nûnertiya me li Tirkiyê hebe.’’