Îro 15ê Nîsanê, baregaha Lîwaya 30 a Heşda Şeibî li navçeya Basexre ya ser bi nehyeya Bertele ve bi mûşek hat bordûmankirin û di encam de hejmarek çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûne. Li gor hinek çavkaniyan jî du çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûne û lêkolînên derbarê bûyerê de destpê kirine.
Yek ji serkirdeyên Heşda Şeibî li Neynewayê û Endamê Parlamentoya Iraqê, Muxtar Mûsewî nûçe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û ragihand, “Lîwaya 30 a Heşda Şeibî li sînorê Bertele hatiye bordûmankirin”, lê derbarê hûrgilyên bordûmanê de ti hûrgilî aşkere nekir.
Ji aliyê xwe ve Alîkarê Parêzgarê Neynewayê Refet Simo ji Rûdawê re got, li gor zanyariyên wan “baregeheke Lîwaya 30 a Heşda Şeibî hatiye bordûmankirin û 2 çekdarên wê lîwayê birîndar bûne”.
Demjimêr derdora 09:50 deqeyên şeva 14.04.2021ê êrîşî binkeyekî Hêzên Hevpeyman li nav Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin. Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşê de ragihand ku “êrîş bi rêya droneya TNT kirî bûye bo ser binkeyê Hêzên Hevpeyman li nav firokexaneyê.”
Ji xeynî êrîşa ser Hewlêrê çend mûşek bo binkeya serbazî yê Tirkiyê li Başîka jî hatin avêtin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê êrişê de ragihandiye ku sê mûşek bo binkeya serbazî ya wî welatî ya li Başîkê hatine avêtin, ku yek ji wan li nav binkeyê û duyên din jî li gundekî nêzîkî binkeyê ketine û di êrîşê de serbazekî wan hatiye kuştin û zarokek jî li gund birîndar bûye.
Piştî êrîşê jî firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê ketin rewşa amadebaşiyê û li esmanê navçeyê firiyan.