Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya hevjînê Şajina Brîtanyayê Şazade Philip, serxweşî li binemala Şahane ya Brîtanyayê kirin.
Hevjînê Şajina Brîtanyayê Şazade Philip îro di 99 saliya xwe de koça dawî kir. Şazade Philip ev mehek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û di wê peyamê de li ser navê gelê Herêma Kurdistanê serxweşî arasteyî malbata Şahane ya Brîtanyayê kir û ragihand, “Li ser navê gelê Kurdistanê bi boneya koça dawçî ya Şazadeyê Edinburghê ez ji dil û can sersaxiyê dixwazim.”
Di beşeke di a peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di vê rewşa zehmet de dua û hizra min li gel xelkê Şaneşîna Brîtanyayê û binemala Şahane ye.”
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Ez serxweşî li xwedî rûmet, Şajin Elizabeth, hikûmet û xelkê Brîtanyayê dikim ji ber koça dawî ya Şazade Philip, piştî gelek salan ji xizmetê. Hevxemê binemala Şahane me di vê dema zehmet de.”
Koşka Buckingham a Brîtanyayê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand Şajin Elizabeth bi êş û xemgîniyeke mezin koça dawî ya Şazade Philip radigihîne.
Şazade Philip, di çend salên derbasbûyî de ji ber têkçûna rewşa tendirustî, beşdarî di piraniya merasîmên fermî de nedikir û dawîn derketina wî bo ber xelk û medyayê di sala 2017an de bû.
Şazade Philip roja 10ê Hezîrana 1921an greva Korfu li rojhilatê Yunanê ji dayîk bû û Mijdara 1947an jiyana hevjînî li gel Şajina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem pêk anî.
Şazade Philip sala 1939an peywendî bi Hêza Derya Deryayî ya Brîtanyayê kir û sala 1951an jî dawî li karê xwe yê li hêzên deryayî anî.
Herwiha Şazade Philip û Şajin Elizabeth, xwediyê 4 zarokan in.