Parlamentoya Kurdistanê roja 31ê Adara 2021 demjimêr 11:00 berî nîvro civîna xwe destpê kir û beşeke civînê gotûbêjkirina projeyasaya parastina berhemên xwemalî bû, lê di civînê de alozî derket û Kazim Faruq pêlavên xwe avêt Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê. Bi wê sedemê, Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq, Serokê Fraksiyona Nifşê Nû Kazim Faruq ji civînê der kir.
Piştî derkirina parlamenterê Nifşê Nû, di berdewamiya civîna parlamentoyê de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq pêşniyarbiryarek derbarê axaftin û reftara Kazim Faruq da parlamenteran, ku têde reftara wî parlamenterê Nifşê Nû weke “bêrêzî li hember parlamentoyê” hat binavkirin û daxwaz hat kirin, ku divê ew parlamenter lêborîna xwe ji parlamentoyê bixwaze.
Ew pêşniyara Seroka Parlamentoya Kurdstanê bi dengê 73 parlamenteran hat pesendkirin û bû biryar ku li gor vê divê Serokê Fraksyona Nifşê Nû, Kazim Faruq daxwaza lêborînê li parlamentoyê bike.
Rêwaz Fayeq piştî pesendkirina biryarê got: “Me biryar da, heya wê dema ku parlamenterê navborî bi fermî daxwaza lêborînê li Parlamentoya Kurdistanê dike, ew beşdariyê di civînên Parlamentoya Kurdistanê de neke.”