Nivîsar

Giringiya serdana Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî, siyaseta li herêmê rêve dibe bêye demana istiqrar û aramiyê ji bo welatên rojava û Amerikayê jî. Dewletên rojava vî rolê serokê Kurdistanê dibînin girîngiyê didin vê yekê û pêwendiyên xwe li gora vê dizayn dikin. Lê dengdana vê yekê li Kurdistanê çeweye û ev yek li Kurdistanê çewe tê nixandin gerek baş bê şirove kirin da ku aliyên siyasî li Kurdistanê jî baştir roniyekî di pêşeroja xwe de bibînin.

Dara Bilek

Serokê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li ser vexwandina serokê Fransayê Macron serdana Parîsê kir û li gel Macron civiya. Macron pêşwaziyek fermî û germ li Barzanî kir. Serokê Kurdistanê ji bilî Macron li gel wezîrê navxwe yê Fransayê hevdîtin pêkanî. Herweha serokê Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê li Parîsê jî kir. 

Bêguman ev serdan di vê qonaxê de gelekî girîng bû. Bila li bîra mebe dema ku, piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê  hêzên Iraqê û milisên Şîe êrîşê Kurdistanê kirin û dewletên cîran hemû li himber Kurdistanê bûn yek û Kurdistan kirin di bin ablokayek mezin de, cardin serokê Fransayê Macron Nêçîrvan Barzanî di wan mercên giran û zehmet de vexwand Fransayê û ew serdan bû destpêka şkinandina abloka li dora Kurdistanê û herweha bû destpêka ji derketina krîza ku Kurdistan di nav de.

Rola Fransayê li herêmê gelekî girîng e û Fransa bi pişgiriya Amerika û hêzên hevpeyman li Rojhilata Navîn û taybetî li Iraq û Suriye tevdigere. Herweha di dîrokî jî bandora Fransa li herêmê berbiçav bû. Ji aliyek din em dibînin ku Fransa ji hemû welatan behtir giringîyê dide başûrê Kurdistanê.

Pêwendiyên Fransa û tevgera Kurdistanê ji salên 80î di dema Miterand de destpêkirine û heta wek îro berûpêşve çûne û niha gihaye asta herî bilind. Dema Anfalê de Fransa bûye xwedî helwestek girîng û pişgiriya Kurda kiriye. Tê Zanin ku niha li herêmê û rewşek aloz heye, pêwendiyên navbera hukumeta Iraqê û Kurdistanê de ne başin,Iraq li gora desturê li gel Kurdistanê tevnagere û ev dibe sedemê aloziyan. Îran hata dawiyî destê xwe kiriye nava Iraqê û Suriye de Kurda dieşîne. DAÎŞ cardin li sinorê Kurdistanê de bi hêz dibe.Herêmên derveyî desthilata hukumeta Kurdistanê de êrîşa dibe ser cih û warên kurda. Kurd ji bo aramkirina rewşa Kurdistanê û herêmê jî di nava leptekî de ne. Dema mirov vê rewşê hemûyê dide berbiçav girîngiya serdana Nêçîrvan Barzanî derdikeve holê.

Dema Serokê Kurdistanê li Parisê hevdîtin dikiran, kompanya Fransî ya petrolê TOTAL û  wezereta petrolê ya Iraqê bihayê 7 milyar dolar Peyman îmzekirin. Herweha di heman demê de parlamentoya Iraqê , piştî demek dirêj bûtçeya Iraqê ya sala 2021ê behra Kurdistanê jî di nav de  qebûl kir.

Fransa hewldide ku behtir pêwendiya li gel Iraqê deyne û bandora xwe li Iraqê bi hêz bike, dixweyê demana vê jî Kurdin û başûrê Kurdistanê ye. Fransa tu cara naxwaze ku Îran ê Tirkiye li herêmê bibin xwedî bandor. Ev yek jî dibe sedemek ku Fransa giringiyê û herweha giraniya pêwendiyên xwe dide Iraq û herêma Kurdistanê.

Ji berî serokê Kurdistanê serdana Fransa bike li gel aliyên Kurdistanî hevdîtin pêkanin û ji bo vê seredanê dîtin û raya wan wergirt. Ev yek bi xwe jî hewldanên serokê Kurdistanê yên yekrêziya navmala Kurd bi hêztir dike û rê li destwerdanên derve digre.

Têzanin ku serokê herêmê ji bo rewşa rojavayê Kurdistanê aram bibe û yekreziyek di navbera aliyên Kurd de pêkwerê di nava hewldanekî de ye û rolek berbiçav dileyze. Herweha bi vê yekê ve girêdayî li gel serokê Fransayê behsa rewşa Suriye û yekrêziya di nava mala Kurd de jî hatiye kirin û herdu serok di vê derbarê de hemfikirin û ev serdan ne tenê ji bo Iraq û başûrê Kurdistanê herweha ji bo rojavayê Kurdistanê jî dibe sedemek bingehîn ku gavên erênî bêne avêtin.

Di meha Oktoberê de li Iraqê hilbijartinên parlementoyê hene. Merciya olî li Iraqê Sistanî ji bo ewlehiya hilbijartina bangî cihanê dike. Fransa vê yekê jî gelek giring werdigire û gava yekem jî li gel serokê Kurdistanê avêt û ditina wî ji bo hilbijartina stand. Ji aliyek din ve Fransa dixwaze siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bike, Cardin bandora xwe ya dîrokî li herêmê ava bike. Siyaseta Fransa di vê derbarê de ne tenê Iraqê ve tê girêdan. Fransa dixwaze li Libnan, Misrê, Suriye ,Tirkiye  jî vê yekê bike ,hereweha Îranê tu cara pêşguhve navêje. Ji bo Fransa li herêmê bighe armanca xwe divê istiqrar hebe û Kurd ji bo vê cihê baweriyê ne û helwestên serokê Kurdistanê û siyaseta li herêmê rêve dibe dibe demana istiqrar û aramiyê ji bo welatên rojava û Amerikayê jî. Dewletên rojava vî rolê serokê Kurdistanê dibînin girîngiyê didin vê yekê û pêwendiyên xwe li gora vê dizayn dikin. Lê dengdana vê yekê li Kurdistanê çeweye û ev yek li Kurdistanê çewe tê nixandin gerek baş bê şirove kirin da ku aliyên siyasî li Kurdistanê jî baştir roniyekî di pêşeroja xwe de bibînin.

Di vê serdanê de bivê nevê pirsek dikevê di serê  mirov de, gelo serokê fransayê di vê qonaxa giring de ji bo çi ne serokê Iraqê yan jî serokwezîrê Iraqê venexwand Fransa û van pirsgirêkên girîng gotubêj bike û Nêçîrvan Barzanî wexwand? Bersiva vê pirsê bi xwe giringiya vê serdana dîrokî dertêxwe hole.

Nêçîrvan Barzanî ne tenê aktorek siyasî yê girîn li Kurdistanê ye, herweha rolek mezin di siyaseta Iraqê de jî dileyze û dibê demana  istiqrar û aramiya Iraqê jî. Li Fransayê serdana Barzanî ya balyozxaneya Iraqê li Parisê jî gerek di vê çerçoveyê de bê nirxandin.

Bê guman jîrbûna serokê Kurdistanê ya diplomasî têgihandina wî ya rewşa siyasî li herêmê û cîhanê sedemek bingehîne ku dibe cihê baweriyê û dibe demana istiqrarekî li herêmê û Kurdistanê.

1.4.2021

Back to top button