CivakRojev

Hêdî “Sunda Me“ nayê xwendin

Li Tirkiye demekî zaroka di dibistanan de her roj sundek dixwar piştre dest dibistanê dikiran. Sunda Me gotarek nijadperest bû. Hukumetê ev sunda hanê rakir, lê sendikaya Turk Egitim Sen, li dadgeha bilind ji bo cardin ev sund werê xwendin û biryara hukumetê ji holê rabe doz vekirîbû. Dadgehê biryar dabû ku cardin ev sund werê xwendin. Lê wezereta perwerdê ji bo biryara dadgehê ji holê rabe serî li dadgeha bilind dabû. Eve zêdeyî du salbûn dosya li dadgehê bû. Dadgehê nû biryar da û daxwaziya wezereta perwedeyê pejirand. Hêdî ev sunda nijadperest nayê xwendin.

Biryara dadgehê bi piranî hate wergittin, ji 15 endamên dadgehê 11 biryar pejirand û 4 a jî li dij dengê xwe dan.

Back to top button