Berdevkê serokkomarê Tirkiye Ibrahim Kalin, di hevpeyvînek a xwe de li ser pirsekî behsa Pûla ku ji bo Papa hatî dizayn kirin kir û di vê derbarê de daxûyaniyek tund û zimanek ne siyasî û diplomatîk bi karanî.
Îbrahim Kalin di daxûyaniya xwe de dibêje: Ev nexşe xeletiyek mezin e û li himber Tirkiye bê rêziyeke.Ne mimkine ku em vê yekê qebûl bikin. Konsulusê me li Hewlêr di derbarê vê yekê de lêpirsîn kir û ji mere daye xûyakirin ku, tu fermiyeta vê tuneye.Divê hukumet vê yekê serast bike, eger hukumet vê yekê nekê dê encamên vê gelekî bi tund be.