CîhanRojev

Li Ewropa pûla Ala Kurdistanê

Navenda Xizmetguzarî Posteyê li Belcîka derbarê pûla ala Kurdistanê li ser e, ragihand ku ew pûleke fermî ye û li wî welatî tê bikaranîn, lê ew ji aliyê Rêveberiya Posteya Belcîkayê ve nehate derxistin.

Navenda Xizmetguzarî Posteyê li Belcîka derbarê pûla ku ala Kurdistanê li ser e, bersiva pirsa Rûdawê da.

Li gor zanyariyên Navenda Xizmetguzarî Posteyê li Belcîka dane Rûdawê, pûla Ala Kurdistanê li ser e, li wî welatî ji sala 2015an ve tê bikaranîn.

Navenda Xizmetguzarî Posteyê dide zanîn ku ew pûl fermî ye û li posteyên navxwe tê bikaranîn.

Herwiha Navenda Xizmetguzarî Posteyê eşkere kir ku  ew ji aliyê Rêveberiya Posteya Belcîkayê ve nehate derxistin, lê ew pûl bi rêya bernameya mobil taybet bi navê My Stamp hate dîzaynkirin ku rê dide her kes û kompanya pûlan ji bo xwe dîzayn bikin bi hejmareke mercên diyarkirî.

Mercên dîzaynkirinê jî ew in ku nabe li ser pûlan wêneyên partiyên siyasî yan jî dirûşmên partiyeke siyasî hebe û ji bo aliyên siyasî û ayinî bên bikaranîn.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî jî ji Rûdawê re derbarê mijarê de ragihand ku ew pûl li ser daxwaza nûnertiya postên Belcîka hate çêkirin rojane tê bikaranîn.

Rûdaw

Back to top button