PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwaziya balyozê Holandayê kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Hollandayê li Iraqê Michael Rentinar kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Hollanda li Hewlêrê Hans Akerboom amade bû, pêşvebirina pêwendiyên di navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê hatin gengeşekirin.

Balyozê Hollanda li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, tekezî jî li ser girîngiya berdewambûna piştevanîkirin û rahênankirina hêza Pêşmerge di şerê terorê de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Hollandayê kir û ronahî xiste ser çaksaziyên hikpmetê bi taybet di ware hemecurkirina jêderên dahatê û girîngîpêdana bi karta pîşesazî û çandiniyê ku derfeteke baş li Herêma Kurdistanê heye ku sûd ji karîn û şarezayî û ezmûna Hollanda werbigire.

Girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û vegera ewlehî û aramiyê ji bo navçeyê, tewereke din a guftpgoyan bû.

Back to top button