PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li balyozê Britanya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Brîtaniya li Hewlêrê James Thornton amade bû, rewşa Iraqê û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtaniya de hatin guftûgokirin.

Balyozê Brîtaniya li Iraqê da xuyakirin, ku welatê wî amade ye her alîkarîyekê bike, ji bo ku Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrê bigihin rêkeftinek dadperwerane û demdirêj.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê her dem pabendbûna xwe di çarçoveya destûrê de cibicî kiriye, bi arasteya gihîştina rêkeftinekê ligel Hikûmeta Federalî de ku mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistamê dabîn bike.

Mîkanîzma serkeftina proseya hilbijartinên Iraqê yên bê, girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina mîlîşya û hêzên çekdar yên neyasayî ji navçeyê, beşeke din a guftûgoyên civînê bûn.

Back to top button