Mazlum Ebdî di twitterek a xwe da xûyakirin ku dê diyaloga Kurdî-Kurdî li rojavayê Kurdistanê berdewam be. Ebdî di dxûyaniya xwe de dibêje: Serkeftina dîyaloga di navbera ENKS û PYNKyê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin. Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin!
Bê guman ev daxûyaniya Ebdî hêviya yekrêziya kurda li rojavayê Kurdistanê bi hêz dike. Tê zanin ku eve demek e, hevdîtin di navbera ENKSê û PYNKê de ji bo yekrêziyê têne kirin. Gelek qonaxên giring derbas kirin û li ser gelek tiştan li hev kirine. Qonaxa dawî ya hevdîtina pirsa vegera Pêşmergeyên Roj a Kurdistana Rojavaye.
Tê zanin ku ev hevdîtin û yekrêziya Kurda li rojava bi çavderiya Amerikayê de û pişgiriyek bi hêz a serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de rêve diçin. Lê astenga mezin di rêya yekrêziyê de helwest û siyaseta PKKê ye. PKK ji bo yekrêziyê asteng bike hemû hewldana dike. Lê pirs ewe ku, dê Mazlum Ebdi bikaribe siyaseta PKKê beravêtî bike û ji bo berjewendiyên kurdên rojavayî Kurdistanê vê yekrêziye serbêxe.