Wezîrê derve yê Amerikayê Antony Blinken çewe postê xwe wergirt derket li himber medyayê û bersiva pirsên rojnemeva da.
Blinken li ser du babetên girîng sekinî. Blinken di derbarê nêzinkbûna Îsrail û welatên Erebî de, behsa pêvajoya Trump destpêkirî kir û got:Em pîşgiriya pêvajoya başkirina pêwendiyên Îsrail û welatîn Ereba dikin. Emê vê pêvajoyê pêşvetir bibin. Em dixwazin sozên ku Amerikayê di vê derbarê de dayîn van welatan baş tê bigihin. Li Amerikayî her wextî dema desthilat tê guhertin, hemû peymanên firotina çekan berçav re derbas dikin. Ya ku niha em bikin jî ev e.
Li ser li hevhatina Atomî li gel Îranê jî Blinken got:Eger Îran berpirsiyariya bikeve li ser milê wê pêkbîne , emê li gel mutefikên xwe di platformên hevbeş de vê yekê binirxînin. Lê niha em ji vê yekê dûrin.