Enstitûya Karên Ewlehiya Netewî ya Îsrail her sal konferansek nevnetewî li dar têxe. Îsal jî Serokerkanê Îsrail Kochavî di konferansê de axavtinek kir. Kochavi dibêje ku; Di destê Hizbullaha Libnanî û li Gazayê gelek depoyên roket û fşzeya hene.Li Libnanê ji 5 malan yek wek depoyên çekîn Hizbullah e.
Kovachi dibêje, Îsraîl tu cara hukuka navdewletî ihlal nake, Îsrail tenê êrîşê bingehên leşkerî dike.Lê li malekî yan jî li tenişta malekî depoyek ya çekan bê tesbît kirin, ew dibe armanca êrîşên leşkerî.
Li serli hevhatinekî li gel Tevgera Hamasê jî serokerkanê Îsrail got:Di destê Hamasê de efserên Îsrailî hene û hinek efserên windabûyî hene. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin di vê derbarê de tu gav nayên avêtin.