PolîtîkRojev

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiye 17 partî tevlî hilbijartina dibin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê Dezgehê Hilbilbijartinê ya Bilind, navê partiyên ku bikaribin tevlî hilbijartina bibin eşkere kir. Navê Partiya Paşerojê û DEWA di vê lîsteyê de tuneye.

Li gora lîsteya hatî eşkere kirin 17 partî dikarin tevlî hilbijartina bibin.

İYİ Parti, AK Parti, Anavatan Partisi, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, Genç Parti, HDP, Hürdava Partisi, MHP, MYP, Saadet Partisi, TKP, Vatan Partisi ve Yeniden Refah Partisi. 

Lê eger Partiya Paşerojê û DEVA bikaribin mercên ku bikevin hilbijartina pêk bînin dê di lîsteyê de cih bigrin.

Li gora qanûna partiyên siyasî maddeya 36ê: Ji bo partiyek bi navê xwe bikaribe tevlî hilbijartina bibe, divê kêmasî ji berî hilbijartina 6 mehan li 41 bajarî xwedî rêxistin be.Divê kongreya xwe ya mezin pêkanîbe. Yan jî divê li parlementoyê guruba partiyê hebe ew jî herî kêm tê wateya 20 parlementera.

Back to top button